Çeteyan careke din êrîşî Şêxmeqsûdê kirin

Komên çete yên girêdayî opozîsyona Sûriyeyê, dîsa bi gazên kîmyewî êrîşî taxa Şêxmeqsud a Helebê dikin. 6 kes birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, komên çeteyan saet derdora 16.45’an dîsa êrîşî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê kirin. Hate destnîşankirin ku di êrîşan de gazeke bi rengê zer ku bêhna nexweş jê tê hatiye bikaranîn û 2 welatî bi jehrî ketine. Her wiha ji ber êrîşan 4 welatî jî bi parçeyên bombeyan birîndar bûne. Nûçegihanên ajansa ANHA jî di bin bandora gazê de mane.

Hate ragihandin ku topbarana çeteyan didome.