Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz: Cizîr di hemand emê de kirin Madimak, Mereş, Çorûm, Sêwas, Roboskî. 80 cenazeyên me hînê nekarîne bên teşxîskirin. Beden parçe bûne. Ji nava xirbeyan parçeyên cesedan derdikevin."
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, ku ev demeke li Ewropayê hevdîtinan dike, di hevpeyvîna xwe ya bi ANF'ê re bal kişand ser komkujiyên li Cizîr, Sûr, Silopiya hatin kirin û niha li Nisêbîn, Gever û Şirnexê tên kirin.
Sariyildiz da xuyakirin, ku navê van komkujiyan bi wateya xwe ya klasîk qirkirin nebe jî, dikare weke 'qirkirina siyasî' bê pênasekirin. Sariyildiz got, "Ev yek qirkirineke postmodern e. Li Kerbelayê li hemberî komeke mezhebî, li Madimakê li dijî komeke siyasî komkujî hat kirin. Li Cizîrê di heman demê de komkujiyên Madimanekê, Mereş-Çorûm-Sêwas û Roboskî hatin kirin. 80 cenazeyên me hînê nikarin bên teşxîskirin. Beden parçe parçe bûne. Ji nava xirbeyên xaniyan parçeyên cesedan derdikevin. Di encama testa DNA de parçeyekî cesedekî li Dîlokê, parçeyek jî li qiraxa Çemê Dîcleyê hat dîtin."
Sariyildiz diyar kir, ku Erdogan di civîna bi qeymeqaman re fermana "hûn ne neçar in li gorî mewzûatê tevbigerin" daye wan û got, "Ji amîrên mulkî re fermannameyên îmzekirî hatin şandin. Ji wan re hat gotin, 'netirsin ku hûnê di dema pêş de bên darizandin'. Lewma hemû kesên psîkopat serbest kir ku çi dixwazin bikin. Yanî Erdogan kujerên kuştinên kiryar nediyar, kiryarên bîrên mirinê yên salên 90'î şand wê derê."
'WÊ BÊN DARIZANDIN'
Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz da xuyakirin, ku tevî garantiya Erdogan ji wan re daye jî, ev kujerên hovîtî kirine wê ji darizandinê nefilitin û got, "Fermanek rê li ber sûc veke, nabe ku bi cih were anîn. Dema karmendek vê fermanê bi cih bîne, hingî ew ê jî bê darizandin. Wê mîna sûcdar bê darizandin."
Parlamenterê HDP'ê destnîşan kir, ku dewleta Tirk di nava 60 rojan de li Cizîrê sûcên giran ên şer kiriye û da zanîn, ji bo hemû delîlên vî sûcê xwe ji holê rakin, tevî ku qedexe di roja 60. de hat rakirin jî heta roja 79. ev qedexe di pratîkê de nehatibû rakirin.
FAŞÎZMA POSTMODERN
Sariyildiz got, "Dema qedexe qediya, ew her du avahiyên jêrzemînên wehşetê hînê hebûn. Du avahiyên ji pênc qatan. Em bi xwe çûn wê derê... Dûre ji bo ji holê rakirina delîlan her du avahî bi temamî hatin xerakirin û xirbeyên wê jî rijandin qiraxa Çemê Dîcleyê. Di nava 60 rojan de sûcekî giran ê şer kirin. Sûcekî ku wê ji aliyê dîrokî ve bên darizandin. Ji ber ku ketin nava tirs û gumana darizandin, yekser dest bi tinekirina delîlan kirin. Ji roja 79. û pê ve qedexe ji bo nava rojê hat rakirin. Lê hînê bi şev dewam dike."
Faysal Sariyildiz ragihand, ku hikûmet plana xwe gav bi gav dixe meriyetê û di vê çarçoveyê de niha hewl dide rewşa bajêr, tevî rewşa wê ya civakî biguherîne. Faysal Sariyildiz ev hewldan jî weke faşîzma postmodern bi nav kir.
KAMPANYA MALBATA BIRA
Der barê 'Kampanya Malbata Bira' de Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ev nirxandin û bang kir:
"Di nava mehekê de ev sê car in ez têm Ewropayê. Pirsgirêk gelekî giran in, gelekî girîng in. Li vê derê nifûseke xurt a Kurdan heye. Beriya niha ji ber heman sedeman bi sed hezaran mirovên me koçî vir kirin, li vir bi cih bûn. Li cihekî weke Cizîrê hilweşîneke madî manewî heye. Yê ku li vir wehşetî kir dewlet e, lewma ti bendewariya me ji dewletê nîne. Em bi vê dizanin. Weke gel divê em birînên xwe bi xwe bipêçin. Bi taybetî bendewariya me ji gelê me yê li dîasporayê gelekî mezin e. Ne tenê li Cizîrê, li Sûr, Farqîn, Nisêbîn, Gever, Silopiya, Şirnexê jî mexdûriyet heye. Bendewariya me ji gelê me heye. Me kampanya malbata bira dan destpêkirin. Bi vê projeyê re her malbat wê salekê malbateke me ya din a li van bajarên me biparêze, lê xwedî derkeve. Ev yek ne tenê alîkariya madî ye, di heman demê de ev proje bi demê re wê bandora başkirinê jî bike. Dîaspora girêdanek e. Êş bi parvekirinê re baş dibin. Divê xwe bigihînin bi hezaran malbatan.
Divê were zanîn, ev yek wê bandoreke gelekî baş li ser gelê me yê li wir bike. Ez mînakekê bidim. Birayê Mehmet Tûnç Orhan Tûnç ji jêrzemîna lê hatibûn dorpêçkirin cara dawî bi rêya telefonê bi dayika xwe re daxive. Dayika wî jê re dibêje kurekî wê çêbûye. Orhan Tûnç jî weke daxwaza xwe ya dawî ji diya xwe re dibêje, 'Navê Bêkes li kurê min bike'. Xuya ye hesteke bi vî rengî heye. Wan gotin 'Em ê li hemberî zilmê serî netewînin' û li ber xwe dan. Pêwîste em jî hesta bêkesiyê ya li wê derê derketiye holê, bişikînin. Gelê me bêkes nîne."