KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Bozan ê HPG'yî ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Şaban Bozan ê li Motkî di şer de jiyana xwe ji dest da, li Bismilê hat oxirkirin. Bav Hasan Bozan destnîşan kir, ku wê têkoşîna kurê xwe bidomînin. -
TUHAD-DER: Divê daxwazên girtiyan derhal bên qebûlkirin!
Ji TUHAD-DER'ê Salîhe Bakir xwest, daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne derhal werin qebûlkirin û got, "Eger veger li pêvajoya aştî û muzakereyê neyê kirin, dibe ku grevên birçîbûnê veguherin rojiya mirinê." -
Operasyonên qirkirina siyasî: 16 binçavî, 1 girtin
Di operasyonên qirkirina siyasî yên li sê bajaran de 16 kes hatin binçavkirin, kesek jî hat girtin. -
Ji YPS/YPS Jin daxuyanî
Der barê yek mehiya berxwedana xwerêveberiyê de Kordînasyona YPS/YPS Jin a Şirnexê daxuyaniyek weşand û got, "Bi fedekariya û berxwedana bi heybet a şehîdan re, dijmin li Şirnexê bi gavekê jî bi pêş de neçûye." -
Li Silopiyayê veguhastina leşkerî
Li Silopiyayê "qedexeya derketina derve" ya ji nû ve hat ragihandin, di roja 9. de ye. Hêzên dewleta Tirk hîn bêhtir çek, cebilxane û tank li ser girên li dora navçeyê bi cih dikin. -
Rojava hilbijartinên Sûriyeyê boykot dike
Li Sûriyeyê îro hilbijartinên Meclîsa Gel tên kirin. Li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hilbijartin nayê kirin. -
Nasnav: Enfal an jî Têkbirin -1
"... Di dema bomberdûmanê de bêhneke xweş dihat mirovan. Mîna bêhna sêvê, bêhna pirtiqal an jî sîrê. Piştî çend deqeyan êdî bêhn li mirovan diçikiya. Çend deqe şûnde mirov li şûna xwe mirin..." -
Ji ber êrîşên li dijî Şêxmeqsûd kordînasyona agirbestê careke din hat agahdarkirin
YPG'ê, ji Kordînasyona Şopandina Agirbesta Suriyeyê re nameyeke din şand û diyar kir ku komên çeteyan êrîşên xwe yên li ser Şêxmeqsud domandine û di van êrîşan de madeyên nefesa welatiyan qut dike, bi kar anîne. -
'Berxwedan bi yekalî nabe, divê her kes rabe ser piyan'
Hevserokatiya Meclîsa Gel a Şirnexê got, "Pirsa ji niha û pê ve were pirsîn ev e: 'Ne em, gelo wê AKP çiqasî karibe li ber xwe bide?' Em gihaştine vê astê. Lê belê berxwedan bi yekalî nabe, divê her kes bi ruhê rizgariya neteweyî rabe ser piyan." -
'Projeya çareseriyê ya AKP'ê nîne, projeya tinekirinê heye'
Ayata da xuyakirin, ku Ocalan hewl da AKP'ê li dora maseyê bide rûniştandin û pirsgirêka Kurd çareser bike. Ayata diyar kir, lê belê Erdogan hevdîtin red kir, ji dora maseya çareseriyê rabû û bi lez û bez darbe pêk aniye. -
Nisêbîn ev 31 roj in bi xurtî li ber xwe dide
Li Nisêbînê ku şer lê giran e, zêdeyî mehek e berxwedaneke bêhemap heye. çeteyên Qesrê yên mehek e nikarin bikevin nava taxên berxwedanê, derbên giran ji şervanên YPS/YPS Jinê xwarin û gelek kuştî dan. -
Yalçin Akdogan plana qirkirina Elewiyan bi rê ve dibe
Hikûmeta AKP'ê a li nava gundên Kurdên Elewî yên li Mereşê ji bo çeteyan kampekê çê dike, hewl dide plana xwe ya qirkirina Elewiyan bixe meriyetê. Li pişt vê plana kirêt jî navekî naskirî xuya kir. -
Şervanên YPJ'ê: Li Şêxmeqsûd mozaîka gelan hedef tê girtin
Şervanên YPJ'ê Nûjîn Dêrik û Rengîn Cûdî diyar kirin, êrîşên çeteyên qaşo Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê (KNS) û ENKS'ê yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd, ji aliyê dewleta Tirk, Barzanî û PDK'ê ve tên organîzekirin. -
Gerîlayên YJA Starê xwe ji şer re amade dikin
Bi hatina biharê re hêzên YJA Starê xwe ji bo şer amade dikin. -
Dayikên Aştiyê yên Amedê: Em TOKÎ û Toledo naxwazin
Dayikên Aştiyê yên Amedê gotin, "Hikûmeta AKP'ê dixwaze, zilma di salên 90'î de li gundên Kurdan hatin kirin, derbasî bajaran bike." -
Başûr neçar e ji kapîtalîzmê rizgar bibe
Jinên ku li Başûrê Kurdistanê zêdeyî nîvê nifûsê ne, di asta wekheviyê de nikarin beşdarî qadên siyaset, perwerde, aborî, rêxistinên civakî yên sivîl an jî qada civakî bibin. -
Ji taxên qedexe yên Sûrê dengê çekan û teqînan bilind dibe
Ji taxên Sûrê yên di bin dorpêçê de dengê çekan û teqînan bilind bûn. -
Hesapgirê Giştî yê HDP'ê Huseyin Yilmaz hat girtin
Siyasetmedarê kurd û Hesapgirê Giştî yê HDP'ê Huseyin Yilmaz, bi îdîaya "endamê rêxistinê ye" hat girtin. -
Cenazeyên 2 şervanên YPG’ê hatin oxirkirin
Cenazeyê şervanekî YPG’ê û cenazeyê şervanekî Ceyş El-Siwar ku di berxwedana Şêx Meqsûd û Seken Şebabî de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmek girseyî hatin oxirkirin. -
Ji bo Bakur Cîlo wê li Silêmaniyê merasîm bê lidarxistin
Komîteya Şehîdan a Başûrê Kurdistan a PKK’ê ji bo bîranîna şervanê YPG’ê Brûsk Cemal Sabir (Bakur Cîlo) ê di şerê li Rojava li dijî çeteyan dihate meşandin de jiyana xwe ji dest da, wê li Silêmaniyê merasîmê li dar bixe. -
Cenazeyê şervanê HPG'ê Bozan hate teşxîskirin
Cenazeyê Şaban Bozan(Serxwebûn Garzan) ê HPG'yî li Saziya Tibê ya Edlî ya Meletiyê hate teşxîskirin. -
Li Nisebînê 2 çeteyên Qesrê hatin kuştin
Li Taxa Firatê ya Nisebînê dema ku çeteyên Qesrê hewl duz bikevin taxê teqînek pêk hat û di encamê de 2 çete hatin kuştin. -
Li Dûîsbûrgê li dijî plana qirkirina Elewiyan banga çalakiyê
Li Dûîsbûrgê, li dijî plana qirkirina li hember Elewiyan wê di 14’ê Nîsanê de çalakî bê lidarxistin. -
Dewleta Tirk kulubeyên nobedê dibin Silopiyayê
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê qedexeya derketina kolanan didome, leşker bi TIR’an kulubeyên amadekirî yên nobedê dibin navçeyê. -
Li Şirnexê çeteyekî Qesrê hate kuştin, 4 jî birîndar in
Di şerê mabeyan çeteyên Qesrê ên hewl didin bikevin qadên xwerêveberiyê yên li Şirnexê û şervanên YPS/YPS-JIN’ê de li gor agahiyên destpêkê çawîşekî pispor hatiye kuştin, 4 jî birîndar bûne.