Nasnav: Enfal an jî Têkbirin -1

"... Di dema bomberdûmanê de bêhneke xweş dihat mirovan. Mîna bêhna sêvê, bêhna pirtiqal an jî sîrê. Piştî çend deqeyan êdî bêhn li mirovan diçikiya. Çend deqe şûnde mirov li şûna xwe mirin..."

"... Di dema bomberdûmanê de bêhneke xweş dihat mirovan. Mîna bêhna sêvê, bêhna pirtiqal an jî sîrê. Piştî çend deqeyan êdî bêhn li mirovan diçikiya. Çend deqe şûnde mirov li şûna xwe mirin. Hinekan bi ken çavên xwe li jiyanê girtin, mirina hinekan jî demeke dirêj dewam kir; ewilî şewitîn an jî vereşeke kesk ji devê wan hat û mirin.."

Ev çend gotin, kurteberiyeke biçûk a Enfalê ye. Ji ber ku; jiyaneke bi êş, birçîbûn, tîbûn, kampên komkirinê, mangayên kuştinê, firotina li bazaran, qetilkirina bi gulereşandina komî, li ber yên mayî bûn. Lewna wê gora zêdeyî sed hezar mirovan nebûya, pişte wê di gorên komî de bihatina dîtin. Bi deh hezaran jiw an wê weke 'winda' bihatina qeydkirin. Aqûbeta wan wê nehatiba zanîn, li dû wan wê şîn jî nehatibûya girtin.

Operasyona Enfalê tevgereke komplîke bi rêk û pêk a qirkirinê bû, ku ji operasyonên bejahî, bomberdûmana ji hewayê, xerakirina cih û waran, koçberiya bi zorê, windakirina keçên ciwan li welatên Ereb, komkirina mirovan li kampan, înfazên komî, mangayên îdamê û bikaranîna çeka kîmyewî pêk dihat.

Ev tevgera qirkirinê, ku amadekariyên wê di sala 1986'an de destpê kir, di navbera salên 1987-1989'an de bi rêk û pêk bi cih hat anîn. Qirkirin di navbera mehên Sibat û Îlonê yên sala 1988'an de derket asta herî bilind û veguherî 'operasyonên wehşetê'. El Enfal Emeliyat (Bi Erebî) tê wateya operasyon/tevgaer 'xenîmetê şer' an jî 'ji nû ve fetihkirin'. Fermandariya Giştî ya El Enfal Emeliyat, Buroya Bakur a Partiya Baas a li bajarê Kerkûkê bû. Ji bo serkêşiya vê buroyê jî di Adara 1987'an de pismamê Sadam Huseyîn Elî Hasan El Mecîd (Ji aliyê Kurdan ve weke Kîmyasal Elî yan jî Elî Enfal tê naskirin) di asta serokwezaretiyê de hat wezîfedarkirin. Elî  Hesen El Mecîd bi erkên taybet li herêma Kurdan hat wezîfedarkirin û ji bo vî karê xwe bimeşîne jî baskên 1. û 5. ên artêşê, Midûriyeta Giştî ya Emniyetê, Îstîxbarata Leşkerî, qoriciyên Kurd ku weke 'cehş' tên naskirin, tevî 200 hezar hêzên bejahî bi dehan balafir, bi hezaran bataryayên top, tank û çekên giran radestî wî hatin kirin.

Bi wezîfedarkirina El Mecîd re çerxên mekanîzmaya qirkirinê heta Nîsana 1989'an geriyan. Rejî Baas di destpêkê de bi hejmareke diyar a leşkeran bi ranî bi pêş de diçû (Operasyonên 1987'an). Piştî ku şerê Îran-Iraqê bi dawî bû (1988) hemû yekîneyên xwe yên leşkerî yên li eniyê, tevî teknîk, tank û balafirên xwe yên şer ber bi Kurdistanê ve şand û dest bi Enfalê kir.

HERÊMÊN QEDEXE HATIN RAGIHANDIN, YÊN NE CEHŞ BÛN WEKE 'TERORÎST' HATIN DÎTIN Û JI WELATÎBÛNÊ HATIN AVÊTIN

Beriya destpêkirina komkujiyên di çarçoveya fermanên El Mecîd de, 'herêmên qedexe' yên li herêma Kurdan hatibûn ragihandin, hatin berfirehkirin. Mirovên li van deran dijiyan, bi serjimartina 17'ê Cotmeha 1987'an re hemû hatin qeydkirin, hemû weke ajanên Îranê hatin îlankirin, neçarî koçberiyê hatin hiştin û yên koçber nekirin jî ji welatîbûnê hatin derxistin.

Her wiha li herêmên bi fermana El Mecîd hatin qedexekirin, karê çandiniyê û firotina sewalan li cih û warên Kurdan bi temamî hat qedexekirin. Li herêmên berxwedan lê hebûn jî, firotina xwarinê ji bo mirovên li van deran jî hat qedexekirin.

Ev pêkanîn hemû hînê destpêk bû û tedbîrên ji bo amadekariyên Enfalê bûn. Tevgera Enfalê weke tevgereke qirkirinê ya ji 8 operasyonan (Ji ber ku Enfal Sûreya 8. a Quranê ye balkêş e) hat plankirin û ji çend qonaxan pêk dihat. 4 meh piştî serjimartinê, tevgera Enfalê di 23'ê Sibata 1988'an de destpê kir.

Pêngavên bingehîn ên leşkerî yên Enfalê ji aliyê yekîneyên baskên 1. û 5. ên artêşê ve dihatkin kirin. Di nava tevgera Enfalê de tevî Mûxafizên Komarê yên Bijarte yên artêşa Iraqê, Hêzên Taybet (Quwat al-Kahehs), Hêzên Komando (Maghawîr) û Hêzên Lezgîn (Quwat al-Taware) cih digirtin. Cehşên Kurd jî ku weke hêza paramîlîter dihatin bikaranîn, di van operasyonên Enfalê de li pêşiya artêşê hatibûn bicihkirin. Ji Cehşên Kurd re karê şewitandina cih û waran, talankirina wan, revandina gundiyan hatibû dayîn.

'WÊ MALEKE BI TENÊ YA KURD NEMÎNE'

Li gorî agahiyên ku efserekî berê yê leşkerî ji Middle East Watch (Navnda Çavdêriyê ya Rojhilata Navîn) re ragihand; Di civîneke li Kerkûkê de, ku waliyên Hewlêr, Kerkûk, Duhok û Silêmaniye, fermandarên baskên 1. û 5. ên artêşê, fermandarên yekîneyan û rayedarên payebilind ên Partiya Baasê lê amade bûn de Elî Hesen El Mecîd ve ferman da: "Li gundên li Deşta Hewlêrê divê maleke bi tenê ya nehatiye şewitandin nemîne."

SIYASETA XENÎMETÊ: SERÎ YÊ ME YE, MAL Ê WE YE

Li gorî vegotinên pêşmergeyên wê demê; El Mecîd di dema talana li hemberî Kurdan de mîna serçeteyê DAIŞ'ê Ebûbekîr El Bexdadî fermana 'xenîmeta şer' dide. Şahidan dan xuyakirin, ku dirûşmeya bingehîn a operasyonên Enfalê 'serî yê me ye, mal ê we ye' bû. Li gorî vegotinên şahidan, "Di dema Enfalê de jin jî di nav de kê ji Kurdan çi bi dest bixista, ew ê yê wî bûya."

ZAROKÊN DÊRSIM, ENFAL Û SÛRÊ

Leşkerên Iraqê yên bi vî mejî û psîkolojiyê tevgeriyan, mîna çeteyên DAIŞ'ê bi hovane êrîşî gundên Kurdan kirin. Hemû gundên xwe gihandin şewitandin, dest danîn ser malên wan û jinan. Li gorî vegotinan, jinên di wê demê de hatin revandin, mîna ku îro DAIŞ dike li Qûweyt û welatên din ên Ereb li bazaran hatin firotin. Zarokên Helebçe, zarokên Enfalê jî mîna keçên winda yên Dêrsimê heman aqûbet dîtin. Ya ku dewleta Tirk û çeteyên Qesrê dixwazin îro li hemberî zarokên Sûrê bike, wê demê ji aliyê rejîma Baas ve hatibû kirin.

MÎNA KU DEBANCEYÊ BI KAR BÎNIN, ÇEKA KÎMYEWÎ BI KAR ANÎN

Li Başûrê Kurdistanê wehşeteke hat kirin. Artêşa Iraqê mîna ku debanceyekê bi kar bîne, dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir. Tevî ku ya herî trajîk û tirsnak e jî, lê belê ne tenê li hemberî Helebçeyê çeka kîmyewî hat bikaranîn.

Êrîşên weke Enfala Yekemîn tên binavkirin, di sibeha 23'ê Sibatê de bi operasyona bejahî ya li hemberî qadên Sergelî û Bergelî (cihên ser bi Silêmaniyeyê ne) destpê kirin. Di 22'ê Adarê de jî li hemberî gundê Şanexşî çeka kîmyewî hat bikaranîn. Êrîşa sêyemîn a bi çeka kîmyewî di 23'ê Adarê de li Helebçeyê hat kirin. Di 22'ê Adarê ve vê carê li hemberî gundê Seysenan ê Qeredaxê, di 23'ê Adarê de li hemberî Dokanê, di 24'ê Adarê de li hemberî gundê Caferan çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Di 3'ê Gulanê de li dijî gundê Ekser, di 7 û 20'ê Nîsanê de li Germiyan, di 24'ê Tebaxê de li Zêwa Şêxan a li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ye gazên bi jehr hatin bikaranîn. Li 6 herêmên Başûrê Kurdistanê bi sedan caran bomberdûman hat kirin û di 8 operasyonên fethê de zêdeyî 200 hezar hêzên bejahî hatin bikaranîn. Artêşa Iraqê bi desteka tank, top, balafirên şer û çekên kîmyewî ji Germiyanê heta Silêmanî, ji Zaxo heta Behdînanê seranserê Başûrê Kurdistanê da ber xwe, şewitand û xera kir.

KAMPÊN KOMKKIRINÊ Û MANGAYÊN KUŞTINÊ

Di asta destpêkê ya qirkirinê de mirov bi çekên kîmyewî, bomberdûman û serdegirtinên bejahî ve hatin qetilkirin. Lê belê ji bo operasyon bi ser keve û pêşmerge herêmê vala bikin, diviyabû gelê li herêmê maye bihata rakirin. Bi vê armancê mirovên ji êrîşa kîmyewî û bomberdûmana hewayî rizgar bûn, hatin komkirin.

Di Enfsalên Sêyemîn û Çaremîn de li Leylan, Şarbajer, Topzava û Taqtaqê kampên komkirinê hatin avakirin. Piştî ku mirov demekê li vir hatin sekinandin, bi qemyonan ber bi cihên nediyar ve hatin birin û careke din agahî ji wan nehat wergirtin. Yên bi şensê ji van deran rizgar bûn gotin, bi deh hezaran mirov ji aliyê mangayên înfazê ve hatine gulereşandin, bi awayekî komî hatine defnkirin.

Buroya Bakur a Elî Hesen El Mecîd, ji bo operasyona dawî ya Enfalê ya li hemberî Behdînanê, tevî Tabûra Çekên Kîmyewî, yekîneyên Hêzên Hewayî yên Iraqê, Tabûrên Parastina Milî û cehşan, tumenên artêşê yên ji 12 hezar leşkerên temenê wan 14-16 salî ne, hatin wezîfedarkirin.

4 HEZAR GUND HATIN XERAKIRIN, BI HEZARAN MIROV HATIN QETILKIRIN

Li hemberî sivîlan di 16'ê Nîsana 1987'an de êrîşa kîmyewî ya li geliyê Balîsanê bû xeleka dawî ya zincîrê. Piştre di dema tevgerên 1987'an de li herêmên Hewlêr, Germiyan, Silêmaniye û Behdînanê herî kêm 703 gundên Kurdan bi dozerê hatin hilweşandin û tinekirin. Bi hezaran Kurd hatin qetilkirin.

Di operasyonên Enfalê de li gorî hin çavkaniyan 100-150 hezar li gorî çavkaniyên Kurdan jî herî kêm 182 hezar Kurd hatin qetilkirin. Bi mîlyonan mirov birîndar bûn, ji cih û warên xwe bûn, li kampan ji tîna û birçîna terkî mirinê hatin kirin. Bi qasî 4 hezar gund bi erdê re bûn yek. Di pêvajoya Enfalê de 1.800 dibistan, 300 nexweşxane, 3 hezar mizgeft û 27 dêr hatin xerakirin.

PLANA NAZÎ BÊ KÊMASÎ BI CIH HAT ANÎN

Plana qirkirinê ya di dema Tevgera Enfalê de bi cih hat anîn, gelekî dişibiya pêkanînên Naziyan ên ji bo qirkirna Yahûdiyan. Rêbaza 'îmhakirina komeke ji hev belav bûyî' ya projeya qirkirinê ya Naziyan, ku ji aliyê Raûl Hîlberg ve hat deşîfrekirin, ji aliyê rejîma Saddam ve bê kêmasî bi cih hat anîn. Rejîma Saddam bi serjimartinê re ewilî qurbanî destnîşan kir (çen din, li ku dijîn, meyla wan çi ye). Ev herêm hemû weke 'herêma qedexe' hatin ragihandin û bi çekên kîmyewî, balafiran, tank û topan li van herêman da.

Dûre dest bi komkirina Kurdên li gundên qadên bejahî dijîn kir. Jin, zarok, extiyar bi deh hezaran mirov li kampan bi cih kir. Piştre bi rêk û pêk ev mirov biri cihên gorên komî, ew înfaz kir û ser cesedan nixumand. Piraniya mirovên li kampan hatin ragirtin jî, ji ber birçîbûn û şert û mercên giran jiyana xwe ji dest dan.

Rejîma Baasê, her mêrên Kurd ên dikarin rahêjin çekê bi taybetî hedef girt. Lewma tevgera Enfalê di kategoriya qirkirinê de tê dîtin.

BANDORÊN KOMKUJIYÊ HÎNÊ DEWAM DIKIN

Li gorî çarçove û encamên tevgera Enfalê, her çend komkujiya Helebçeyê ji komkujiyên di Enfalê de hatin kirin a biçûk jî bû, ji ber a herî tirsnak bû, veguherî sembola qirkirinê. Bajarê Helebçe û derdora wê ku li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê ye, bi gazên kîmyewî yên gaza hardal, gazên sinir sarîn, tabûn, VX, sînayur a hîdrojen a jehra xwînê (çekên tinekirina girseyê) hat bombekirin. Di bomberdûmanê de herî kêm 5 hezar mirov, piştre jî ji ber nexweşiyên wê bi hezaran Kurdan jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran mirov jî neçar man bi bandorên neyînî yên çekên kîmyewî bijîn. Mirovên bi saxî ji qirkirinê rizgar bûn, neçar man emrê xwe bi êş û nexweşiyên giran bijîn.

Li herêmên êrîşên bi çekên kîmyewî hatin kirin, li gorî herêmên din ên welêt; bi 24 qatan zêdetir dergûş ji ber dayikan diçin, bi 10 qatan zêdetir mirov bi kansera kolon û cureyên kanserê yên din dikevin, bi nexweşiyên hilmstendinê, çerm û çav û gelek nexweşiyên din dikevin. Van êrîşên kîmyewî rê li ber bandorên genetîk ên mayînde vekirin. 

ASTA QIRKRINÊ HÎNÊ NAYÊ ZANÎN

Hejmara rastî ya mirovên di nava van rêze komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan, asta xisara madî û mnaewî, bandora wê ya li ser xwezayê, tevî ku 28 sal jî di ser re derbas bûne, hînê baş nayê zanîn. Mirovên ji van komkujiyan bi saxî rizgar bûn, hînê bandorên fîzîkî û psîkolojîk ên van komkujiyan ji ser xwe navêtine. Bandora çeka kîmyewî li xwezaya Helebçeyê mîna Hîroşîma û Nagazakî ye û hînê dewam dike.

14'ê Nîsanê weke roja Enfal-qirkirinê tê qebûlkirin û bi mîlyonan mirovên Başûrê Kurdistanê her sal 14'ê Nîsanê qurbaniyên Enfalê bibîr tînin.

PIŞTÎ 22 SALAN WEKE QIRKIRINÊ HAT NASKIRIN

Berpirsyarê asta yekemîn ê operasyonên Enfalê Elî Hesen El Mecîd, 5 meh piştî dagirkirina Iraqê ji aliyê DYA ve, di Tebaxa 2003'an de hat girtin. Elî Hesen El Mecîd ku ji aliyê Şîan ve weke 'Qesab', ji aliyê Kurdan ve weke 'Kîmyasal Elî' tê binavkirin, li dadgeha darizandina Enfalê ya sala 2007'an de di dawiyê de ev gotin bilêv kiribû: "Min fermana xerakirina gundan da artêşê. Ez xwe naparêzim, lêborînê naxwazim. Min şaşîtiyek nekir". El Mecîd ji ber êrîşa kîmyewî ya li Helebçeyê, ji sûcê li dijî mirovahiyê sûcdar hat dîtin û cezayê îdamê lê hat birîn. Biryar ji aliYê Serokkomarê wê demê Celal Talabanî ve hat erêkirin û di 25'ê Çileya 2010'an de El Mecîd hat îdamkirin. Tevî El Mecîd Wezîrê Parastinê yê wê demê Sûltan Haşim El Tayî û Alîkarê Serokê berê yê Fermandariya Operasyonên Artêşa Iraqê Huseyîn Raşîd Mûhammed jî bi cezayê îdamê hatin cezakirin. Li Berpirsyarê Rojhilat ê Îstîxbarata Leşkerî yê berê Ferhan Mûtlak Salih û Serokê Îstîxbarata Leşkerî yê berê Sabir El Dûrî cezayê ragirtina heta dawiya emrê xwe hat birîn.

Di 1'ê Adara 2010'an de Dadgeha Ceza ya Bilind a Iraqê komkujiya Helebçeyê weke "qirkirin" nas kir. Piştî ku dewleta ev sûc kiriye qirkirin qebûl kir, welatên rojavayî mijar xistin rojeva xwe û ji van welatan Swêd û Norwêcê, piştre jî di 1'ê Adara 2013'an de parlamenta Îngilîz ya ku rejîma Baas di sala 1988'an de li Kurdan kir, weke qirkirinê qebûl kirin.

WÊ DEWAM BIKE

SIBE: AKP FERMANÊN KÎMYASAL ELÎ BI CIH TÎNE

ÇAVKANÎ:
Nîhat Kaya - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê; Helebçeyê qirkirina Kurdan kir belge
Nûrî Firat; Tevgera Enfalê ya li hemberî Kurdan, Komkujiya Helebçeyê
Mînhaj Akreyî; Gotara "Yekîtî ji bo Mafên Kurdan" a li malpera (Alliance for Kurdish Rights) hat weşandin
Malpera Nêrîna Azad; Enfal û Helebçe: Qirkirina Kurdan li Iraqê

...