Hevserokatiya Meclîsa Gel a Şirnexê got, "Pirsa ji niha û pê ve were pirsîn ev e: 'Ne em, gelo wê AKP çiqasî karibe li ber xwe bide?' Em gihaştine vê astê. Lê belê berxwedan bi yekalî nabe, divê her kes bi ruhê rizgariya neteweyî rabe ser piyan."
Hevserokatiya Meclîsa Gel a Şirnexê bi wesîleya sih rojiya berxwedana xwerêveberiyê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de destnîşankirin, ku li dijî êrîşên bêeman ên li hemebrî qadên xwerêveberiyê, berxwedaneke bi heybet tê nîşandan. Hevserokatiyê got, "Çeteyên Qesrê li Şirnexê şerekî beyhûde dimeşînin."
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Berxwedana me ya bi heybet a li Şirnexê di roja 30. de ye. Çeteyên AKP û Qesrê di her seferên xwe yên li hemberî Kurdistanê de têk diçin. Herikîna dîrokê careke din gotina 'Li hemberî Kurdistanê sefer dibe, lê serketina van seferan qet nabe' piştrast kir. Bi berxwedana bi heybet a Botanê re gelê me gav bi gav ber bi azadiyê ve diçe."
Hevserokatiya Meclîsa Gel a Şirnexê diyar kir, pirsa ji niha û pê ve divê were kirin, 'wê AKP çiqasî karibe li ber xwe bide?' ye û wiha dewam kir: "Ev şer ji bo AKP û Erdogan şerê dawî ye. Ev dewlet û hikûmet ti carî mîna niha tengav nebûbû. Kurd êdî bi gotin û diyalogên berê yên klasîk naxapin. Heta ku gelê me û Rêberê me azad bibe, ev pêngav wê nesekine. Çawa ku berxwedana Kobanê DAIŞ qedand, berxwedana Botan û Şirnexê jî wê Erdogan biqedîne."
Hevserokatiyê da zanîn, berxwedana ji niha ve bi ser ketiye divê li her qadê bê belavkirin û ev bang kir: "Em mizgîniyê didin gelê xwe; em bi ser ketin, ji niha ve em bi ser ketin. Lê belê berxwedan bi yekalî nabe. Bila gelê me wê axa mirî ji ser xwe bavêje. Divê her kes bi ruhê rizgariya neteweyî rabe ser piyan.
Roja azadiyê li Kurdistanê hilatî ye. Em ji navenda berxwedanê mizgîniyê didin gelê xwe; çawa ku şehîdên me di nefesa xwe ya dawî de jî gotin 'em bi ser ketin', em ê jî di çarçoveya dilsoziya bi wan re bi dengekî bilind serketinê îlan bikin. Rejîm bi lez û bez têk diçe. Lewma ji ber tirsa ji vê yekê, bi awayekî bêperwar êrîş dike.
Bila gelê me bi van lîstikên şerê psîkolojîk nexape. Kurd ti carî ewqasî xurt nebûbûn. Ji vê derê, ji qadên berxwedanê em bi germahiya şoreşê tevahiya gelê xwe û mirovahiya demokratîk silav dikin."