Bozan ê HPG'yî ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Şaban Bozan ê li Motkî di şer de jiyana xwe ji dest da, li Bismilê hat oxirkirin. Bav Hasan Bozan destnîşan kir, ku wê têkoşîna kurê xwe bidomînin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Şaban Bozan ê li Motkî di şer de jiyana xwe ji dest da, li Bismilê hat oxirkirin. Bav Hasan Bozan destnîşan kir, ku wê têkoşîna kurê xwe bidomînin.

Gerîlayê HPG'ê Şaban Bozan (Serxwebûn Garzan) ku tevî 2 hevalên xwe di şerê 1'ê Nîsanê yê li navçeya Bedlîs Motkî de jiyana xwe ji dest da, li gundê Çeqeliyê yê Bismilê hat definkirin. Cenazeyê Bozan ê duh ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tibê ya Edlî ya Meletiyê hat wergirtin, derengê şevê anîn gundê wî Çeqeliyê. Danê sibehê piştî wecîbeyên olî, ji bo Bozan merasîmek hat lidarxistin. 

Merasîma ku bi hezaran kes beşdarî wê bûn li meydana taxê pêk hat. Piştî rêzgirtina li ber "Çerxa Şoreşê" Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek axivî. Şîmşek diyar kir ku Bozan li hemberî polîtîkayên înkar û îmhayê têkoşiya ye û wiha got, "Wekî Serxwebûn bi mîlyonan Kurd ji bo jiyaneke bi rûmet di nav têkoşîna azadiyê de cihê xwe girtine. Gelê Kurd tenê dixwaze li ser axa xwe bi rûmetdarî bijî. Û ji bo vê têdikoşe."

Bavê Bozan ê HPG'yî, Hasan Bozan jî sersaxî ji gelê Kurd re xwest û soza ku ê ew têkoşîna kurê xwe bidomîne da. 

Piştî axaftinan û merasîmê hezarên ku darbesta Bozan hildan, tevî posterên Bozan ber bi goristana gund ve ketin rê. Di dema meşê de dirûşmeyên, "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Ey şehît xwîna te li erdê namîne" hatin berzkirin.

Cenazeyê Bozan li ber duayan hat definkirin. 

Wê şîna Bozan, li Mala Gel a Seyrantepeya Bismilê bê danîn.