Li Dûîsbûrgê li dijî plana qirkirina Elewiyan banga çalakiyê
Li Dûîsbûrgê, li dijî plana qirkirina li hember Elewiyan wê di 14’ê Nîsanê de çalakî bê lidarxistin.
Li Dûîsbûrgê, li dijî plana qirkirina li hember Elewiyan wê di 14’ê Nîsanê de çalakî bê lidarxistin.
Platforma Piştgiriya Bazarcix a Dûîsbûrgê, têkildarî plana kampa ji bo çeteyan a hewl tê dayîn ku li Gurgumê bê avakirin, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya nivîskî de ev hatin gotin: “ Di tevahiya dîrokê de Elewî rastî qetlîam, tecrîd û paqijkirina etnîkî hatine û vê carê jî ev pêkanîn li Bazarcixê tê meşandin.
Di sala 1978’an de dewletê organîze kir û ji aliyê çeteyên faşîst ve li hember Elewiyan qetlîam pêk anîn. Bi sedan Elewî hatin qetilkirin. Destdanîn ser malên Elewiyan û talan kirin. Bi hezaran kesî ji neçarî warên xwe Gurgum terikandin.”
Daxuyaniyê bal kişand ku “Niha dewleta Tirk di nava amadekariyên qetlîamên nû de ne” û wiha dewam kir:
‘NEÇARÎ HELANDIN, KOÇBERÎ Û QETLÎAMAN TÊN KIRIN’
“Berdewamiya qetlîaman Gurgumê bi pilansaziyên nû ve ji aliyê dewleta Tirkiye-AKP’ê ve tên meşandin.
Dewleta Tirkiye-AKP’ê dixwaze cihadîstên DAÎŞ’ê yên ji Sûriyeyê anîne li Gundê Terolar-Bazarcix ên ku piraniya nifûsa wê ji Elewiyan û Kurdan pêk tên bi cih bikin.
Dest datînin ser malên Elewiyan, dixwazin bajarekî nû ava bikin. Ev tê wateya ku Elewiyên li vê herêmê dijîn wê rastî qetlîaman bê.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku AKP dixwaze erdnîgariya herêmê biguhere, Elewiyan bihelîne û di qetlîaman re derbas bike. Di daxuyaniyê de ev xal hatin gotin: “Dewleta Tirkiye-AKP çeteyên li Sûriyeyê bi çek kirin û dixwazin dîsa dest deynin ser malên Elewiyan û li Bazarcixê bi cih bikin. Dewleta Tirkiye-AKP a ku Sûriye bi şerê navxweyî tevlîhev kir, vê carê jî dixwaze li ser Elewiyan bide meşandin.
Li cihê ku 3 hezar Elewî lê dijîn kampeke ji bo 27 hezar kesan avakirin, hişmendiya qetlîamwarî dide nişandan.” Di daxuyaniyê de banga bilindkirina berxwedanê hate kirin.
14’Ê NÎSANÊ ÇALAKIYÎ HEYE
Platforma Piştgiriya Bazarcixê, bang kir ku ji bo xwedî li berxwedana Elewiyan derkevin, her kes di 14’ê Nîsanê saet 18:00’an de li Qada Dûîsbûrg Haûptbahnhofê kom bibin.