Komîteya Şehîdan a Başûrê Kurdistan a PKK’ê ji bo bîranîna şervanê YPG’ê Brûsk Cemal Sabir (Bakur Cîlo) ê di şerê li Rojava li dijî çeteyan dihate meşandin de jiyana xwe ji dest da, wê li Silêmaniyê merasîmê li dar bixe.
Komîteya Şehîdan a Başûrê Kurdistan a PKK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, Brûsk Cemal Sabir (Bakur Cîlo) yê di şerê li dijî çeteyan ê li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê de jiyana xwe ji dest da bi bîr anî, ji malbatê re sersaxî xwest.
Komîteya Şehîdan destnîşan kir ku li Rojavayê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê her diçe berxwedana gelê Kurd mezintir dibe, wiha got: “Ev berxwedan ji her çar parçeyê Kurdistanê bi tevlîbûna nava refên YPG-YPJ’ê ve, bi xwe fedakirinê ve mezin dibe. Di şoreş û têkoşîna li Başûrê Kurdistanê ya 30 sal in didome de gelek windahî çêbûne. Heman şiklî, di şoreşa Rojava de jî 5 sal in têkoşînek mezin tê dayîn û windahî tên dayîn.
Li Taxa Şêx Meqsûdê çeteyên El Nûsra, Ehrar El Şam û hêzên taybet ên dewleta Tirk a dagirker êrîşî Kurdan dikin. Hêzên navborî bi armanca dagirkirina Taxa Şêx Meqsûd a Helebê dest bi operasyonek hevpar kirin. Di berxwedana li dijî van êrîşan de şehîd û birîndarên YPG-YPJ’ê jî çêdibin.
Em wek Komîteya Şehîdan a Başûrê Kurdistan a PKK’ê, em sersaxiyê ji malbat û hevalên Fermandar Brûsk Cemal Sabir ê di vî şerî de gihiştiye şehadetê re dixwazin. Em careke din soza dilsoziya şehîdê xwe didin.”
Di daxuyaniya Komîteya Şehîdan a Başûrê Kurdistan a PKK’ê de hate diyarkirin ku ji bo bîranîna şervanê YPG’ê Brûsk Cemal Sabir û hevalên wî wê sibehê saet 13.00’an li Mizgefta Şerko Haci Reza merasîm bê lidarxistin, banga tevlîbûna merasîmê li tevahî gelê Silêmaniyê hate kirin.
Hate destnîşankirin ku Şervanê YPG’ê Bakur Cîlo (Brûsk Cemal Sebir) ê ku sala 1984’an de li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye, şehîdê sêyemîn ê malbatê ye. Du birayên şervanê YPG’ê Bakur Cîlo, Semîl Cemal Sebir û Siyabend Cemal Sebir ên tevlî refên PKK’ê bibûn, salên 1997 û 1998’an de gihiştibûn şehadetê.