BI DÎMEN

Yalçin Akdogan plana qirkirina Elewiyan bi rê ve dibe

Hikûmeta AKP'ê a li nava gundên Kurdên Elewî yên li Mereşê ji bo çeteyan kampekê çê dike, hewl dide plana xwe ya qirkirina Elewiyan bixe meriyetê. Li pişt vê plana kirêt jî navekî naskirî xuya kir.

Hikûmeta AKP'ê a li nava gundên Kurdên Elewî yên li Mereşê bi destê AFAD'ê kampekê çê dike, hewl dide plana xwe ya qirkirinê bixe meriyetê. Li pişt vê plana kirêt jî navekî naskirî xuya kir. Hat hînbûn, serkêşê vê projeya koçberkirin û qirkirinê Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan e.

AKP û Qesr dixwazin li herêma Terolar a Mereşê ku piraniya şêniyên wê Elewî ne, bi destê AFAD'ê ji bo çeteyan kampek bê çêkirin. Tê xwestin li vê kampê, komên çete yên şerê etnîkî yê li Sûriyeyê kûr kirine bên bicihkirin. Ji bo ev lîstika kirêt ji raya giştî were veşartin, derket holê ku biryara çêkirina vê kampê bi dizî hatiye stendin û hewl hatiye dayîn bi carekê ve were çêkirin. Vê carê jî hewl tê dayîn, plana qirkirina Elewiyan bi destê çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ, El Nûsra û Ehrar El Şam were ceribandin.

KORDÎNATORÊ PLANA QIRKIRINÊ AKDOGAN E

Yê ku vê plana kirêt bi rê ve dibe jî Alîkarê Serokwezîrê Tirk Yalçin Akdogan e. Ev kamp bi rêya AFAD'ê tê çêkirin, ku AFAD bi Serokwezaretiyê ve girêdayî ye. Xebatên ji bo çêkirina vê kampê jî heta roja dawî ji gundiyan û keyayên gundan hat veşartin. Keyayên gund, kengî bi rewşê hesiyan, yekser serî li dadgeriyê dan. Bi Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mahîr Unal ê ji Mereşê re hevdîtin kirin. Di vê hevdîtinê de ji wan re hat gotin, "Dewlet bi biryar e û bi israr e vê bike". Bi vî rengî mezinahiya lîstika kirêt raxistin pêş çavan.

LÎSTIKEK LI HEMBERÎ YÊN JI KOMKUJIYA 78'AN RIZGAR BÛNE

Li hemberî vê hewldana polîtîka koçberkirin û qirkirinê, berxwedana Kurdên Elewî yên li Mereşê roj bi roj mezin dibe. Weke ku tê zanîn; Kurdên Elewî yên li Mereşê, ji ber baweriya xwe di sala 1978'an de bûn hedefa faşîst û nîjadperestên pişta xwe dispartin dewletê û hatin qetilkirin. Elewiyên hingî aboriya Mereşê bi rê ve dibirin û xwedî nifûsa serdest bû, ji ber komkujiya hefteyekê ya Kanûa 78'an gelek kuştî dan û ketin nava travmayeke giran. Piştî Komkujiya Mereşê, ji sedî 80 nifûsa Elewiyên li Mereşê bi polîtîkaya qirkirin û asîmîlasyonê ve ji Mereşê hatin koçberkirin.

Elewiyên ku niha jî bûne hedefa polîtîkayeke koçberkirin û qirkirinê, li ser wan komkujiyeke duyemîn a Mereşê tê ferzkirin. Elewiyên ku naxwazin careke din komkujiya 78'an bi serê wan de bê, li hev kom bûne û heta ji wan tê li dora berxwedanê li hev civiyane. Bi vî rengî hewl didin pêşî li çêkirina vê kampê bigirin. 

Elewiyên ev 3 hefte ne li herêma Terolar in, destnîşan dikin ku rêya rizgariya ji vê hewldana qirkirinê, mezinkirina berxwedanê ye.