KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Şirnexê şer dijwar bûn, tevgera ambûlansan destpê kir
Şerên li Şirnexê li taxên ku xendek û barîqat lê nînin zêde bûn. Li taxên ku şer lê dijwar bûne jî tevgerek zêde ya ambûlansan heye. -
Qetlîamên AKP’ê li Rojava hatin protestokirin
Bi hezaran kesên ji Kantona Cizîrê li Amûdê civiyan, ji bo protestokirina qetlîamên li ser Şêx Meqsûd û Bakurê Kurdistanê meş li dar xistin. -
Ji bo gerîlayê HPG’ê Aras mewlûd hate dayîn
Ji bo gerîlayê HPG’ê Yûnûs Emre Aras ê li Gimgimê jiyana xwe ji dest da, li Wanê mewlûd hate dayîn. -
Rejîma AKP’ê xutbeya Înê li Silopiyayê qedexe kir
Li Silopiyayê ku terora rejîma AKP’ê dewam dike, ev 2 hefte ne hêzên Qesrê xutbeya Înê qedexe kirine. -
Gule li ser mertalên zindî reşandin
Operasyona ku li çoltara Farqînê hatiye destpêkirin berdewam dike, mertalên zindî yên xwestin biçin herêma şer ji aliyê leşkeran Tirk ve hatin gulebarankirin. -
Polîsên Tirk nehiştin cenazeyê Aybak ê YPS'yî bê veşartin
Cenazeyê şervanê YPS'ê Yûsûf Aybak ê li Şirnexê di dema berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest da, wê li Qilabanê bihata veşartin, lê belê polîsên Tirk destûr nedan. -
YPS: Li Şirnexê 23 çeteyên qesrê hatin kuştin
Kordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, di şerê 4 rojên dawî yên li Şirnexê de 23 çeteyên qesrê hatine kuştin. -
HPG: Artêşa Tirk ji hewayê ve bombeyan li Farqînê dibarîne
Hêzên Parastina Gel (HPG) da xuyakirin, ku artêşa Tirk bi balafirên şer û helîkopteran bombeyan li derdora gundê Şêlima yê navçeya Amed Farqînê dibarîne. -
HPG: Li Mêrdînê du hevalên me şehîd ketin
Hêzên Parastina Gel (HPG) da xuyakirin, ku di şerê roja 13'ê Nîsanê yê li navçeya Mêrdîn Mehsertê de 2 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane. -
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgera hewayî
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgera hewayî ya saet di 12:00 de destpê kir, hînê dewam dike. -
Li Şêxmeqsûdê 10 çete hatin kuştin
YPG'ê diyar kir, êrîşên çeteyên KNS'ê yên li hemberî Şêxmeqsûd bi giranî hatine şikandin û di dema van êrîşan de 10 çete hatine kuştin. -
Cîgira Hevşaredarên Geverê jî hat girtin
Cîgira Hevşaredarên Geverê Husnu Beşer bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hat girtin. -
Aşan ê li Geverê hat qetilkirin spartin axê
Yûsûf Aşan ê li Geverê bi gulereşandinê hat qetilkirin, ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. -
Li Agiriyê tevgera helîkopteran
Li Agiriyê ji danê sibehê ve helîkopterên artêşa Tirk di nava liv û tevgerê de ne. -
Amedî xwe ji bo mîtînga mezin amade dikin
Amedî wê li hemberî operasyonên qirkirina siyasî û dagirkeriyê mîtîngê lidar bixin. Rêveberê DBP'ê yê Bajarê Amedê Eflatûn ji bo mîtînga sibe banga tevlîbûnê li gel kir. -
2. Kongreya Yekîtiya Parêzerên Rojavayê Kurdistanê destpê kir
Li bajarê Amûdê 2. Kongreya Parêzerên Rojavayê Kurdistanê di bin dirûşmeya 'Bi hev re ber bi avakirina civakeke azad û demokratîk û azad li ser bingeha dadmendiya civakî û nirxên şehîdan' destpê kir. -
Şirnex bi dijwarî tê bombekirin
Li Şirnexê, ku berxwedan di roja 32. de ye, ji duh bi şev û vir ve bi tank, obus û topan taxên Yenî û Bahçelîevlerê tên bombekirin. -
Li Silopiyayê terora dewletê dewam dike: Xanî tên xerakirin
"Qedexeya derketina derve" ya ji nû ve li Silopiyayê hat ragihandin, di roja 11. de ye. Tevî ku ev 3 roj in şer naqewime Jî gelek xanî û kargehên li taxên Başak û Barbarosê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin xerakirin. -
Bayik: Êdî eşkere ye Erdogan û AKP dijminê Kurdan, dijminê însanetiyê ne
Bayik ji Stêrk TV re axivî û got, "Li gorî hin agahiyên gihaştine ber destê me, bi taybetî li Amed, navenda wê, hin bajar û gundên wê, di bin navê ekîbên tenduristiyê de derman û derzî tên belavkirin. Divê ev bê lêkolînkirin." -
Mertalên Zindî çûn herêma operasyonê
Li dijî bombekirina bombekirina bejahiya Farqînê, bi qasî 100 mertalên zindî ji Liceyê ketin ser rê û berê xwe dan herêmê. -
Bombe li Farqînê hatin barandin
Piştî ku li 10 gundên navçeya Amed Farqînê ji duh saet 19:00 û pê ve derketina derve ji aliyê Walîtiya Tirk a li Amedê ve hat "qedexe"kirin, balafirên şer ên Tirk bejahiya gundên Şêlima û Hindêsê bombe kirin. -
Malpera DÎHA'yê dîsa hat girtin
Malpera Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) bû cara 35'an ji aliyê Serokatiya Ragihandin û Telekomunîkasyonê (TÎB) ve hat astengkirin. -
Kampanya ji bo azadiya rojnamevanên girtî
Kampanya Cemiyeta Rojnamevanên Azad a ji bo azadiya rojnamevanên girtî, dewam dike. Hevserokê Cemiyetê Hakki Boltan diyar kir, ku armanca wan berhevkirina 10 hezar îmzeyan e. -
Li dijî operasyonên li hemberî DBP'ê nerazîbûna rêxistinên civakî yên sivîl
Endamên rêxistinên civakî yên sivîl ên li Amedê nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî yên desthilatdariya AKP'ê dan. -
Ji Cehat ê 10 salî banga piştevaniyê
Cehat Bakiray ê ji Dêrsimê yê 10 salî, li dijî polîtîkayên qetlîamker ên AKP/Qesrê banga piştgiriyê kir. Cehat got, "Ez naxwazim ti ji hevsalên min bimirin."