HPG: Artêşa Tirk ji hewayê ve bombeyan li Farqînê dibarîne

Hêzên Parastina Gel (HPG) da xuyakirin, ku artêşa Tirk bi balafirên şer û helîkopteran bombeyan li derdora gundê Şêlima yê navçeya Amed Farqînê dibarîne.

Hêzên Parastina Gel (HPG) da xuyakirin, ku artêşa Tirk bi balafirên şer û helîkopteran bombeyan li derdora gundê Şêlima yê navçeya Amed Farqînê dibarîne.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê de hat gotin, "Roja 14'ê Nîsanê; artêşa TC li gundên Şêlima, Hindisê, Cumatê, Şaxo, Sêdeqnê, Goma Sêdeqnê, Fişatê, Goma Fişatê û Mala Gir ên navçeya Amed Farqînê derketina derve 'qedexe' kir. Danê êvarê saet di 19:00 de balafirên şer bombe li derdora gundê Şêlima barandin. Saet di 21:00 û 15'ê Nîsanê (îro) saet di navbera 07:30-09:00 de helîkopterên Kobra li derdora gundê Şêlima xistin.

14'ê Nîsanê saet di navbera 13:30-14:00 de balafirên şer ên artêşa TC qada gundê Filleha ya li herêma Zapê bombe kirin."