Ji bo gerîlayê HPG’ê Aras mewlûd hate dayîn

Ji bo gerîlayê HPG’ê Yûnûs Emre Aras ê li Gimgimê jiyana xwe ji dest da, li Wanê mewlûd hate dayîn.

Ji bo gerîlayê HPG’ê Yûnûs Emre Aras (Bedran Wan) ê li navçeya Gimgim a Mûşê di şer de jiyana xwe ji dest da, li Wanê mewlûd hate dayîn.

Di mewlûda li Taxa Seyrantepeyê de Cîgirên Hevserokên DBP’a Wanê Nazmiye Acar, Metîn Kûtaz, Hevseroka HDP’a Wanê Gulîstan Orhan, hevşaredarên navçeyan, nûnerên Rêxistinên Civaka Sivîl (RCS), Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên KJA û gel amade bûn.

Di mewlûdê de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin.

‘GELÊ KURD WÊ SERÎ NETEWÎNE’

Cîgirê Hevserokê DBP’ê yê Bajarê Wanê Kûtaz di axaftina xwe de got gelê Kurd ti carî serî netewandiye û wê netewîne jî.

Piştî Kûtaz xizmên Aras mafê axaftinê wergirtin, gotin: “Serê Kurdên bi rûmet sax be.”

Mewlûd bi danîna xwarinê bi dawî bû.

...