Li Şêxmeqsûdê 10 çete hatin kuştin

YPG'ê diyar kir, êrîşên çeteyên KNS'ê yên li hemberî Şêxmeqsûd bi giranî hatine şikandin û di dema van êrîşan de 10 çete hatine kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku êrîşên çeteyê qaşo Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê (KNS) ên li hemberî taxa Şêxmeqsûd bi giranî hatine şikandin û di dema van êrîşan de 10 çete hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku êrîşên hevbeş ên komên çeteyan Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî yên li dijî taxa Şêxmeqsûd a Halebê dewam dikin.

Hat ragihandin, komên çete şeva 14'ê Nîsanê li dijî taxa Şêxmeqsud bi topên hawan û dojehê êrîşek pêk anîne û ev agahî hatin dayîn: "Komên çeteyan bi awayekî hemwext ji herêmên Seken Şebabî û Kolana Muxaberat jî xwestin têkevin taxê. Şerên ku piştî destwerdana hêzên me destpê kirin heta saetên siharê ya heman rojê bê navber dewam kirine. Bi qasî hatiye zelalkirin di şerê li herêma Seken Şebabî de 3, Kolana Muxaberat de jî 3 çete hatin kuştin."

YPG'ê da zanîn, komên çete roja 15'ê Nîsanê (îro) bi şev ji heman herêman êrîşek nû pêk anîn û wiha dewam kir: "Li ser vê yekê li herêmê şer destpê kir û qasî hat zelalkirin heta niha 4 çete hatine kuştin. Şer hîn jî bi navber berdewam dike."

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di 14'ê Nîsanê saet di 18.00 de çeteyên DAIŞ'ê ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êrîş birin ser bajarokê Şêxler ê Kobanê.