Li Silopiyayê, di nava 11 rojên "qedexeya" dawî de zarokên 2 û 14 salî jî di nav de 8 sivîl ji aliyê hêzên rejîma Tirk ve hatin qetilkirin, gelek kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Şirnex Silopiyayê "qedexeya derketina derve" ya careke din hat ragihandin, di roja 11. de ye. Di 4'ê Nîsanê de, di navbera çekdarên dewleta Tirk û hêzên YPS/YPS Jinê de heta danê sibehê şer qewimî û rayedarên dewleta Tirk danê sibehê heta fermaneke duyemîn li navçeyê derketina derve "qedexe" kirin. Ji hingî ve 11 roj in bomberdûman û êrîşên li hemberî navçeyê dewam dikin. Ji ber van êrîşên dewleta Tirk, pitik û extiyar jî di nav de 8 sivîl û 5 endamên YPS/YPJ Jinê jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn.
7 kesên di roja 8'ê Nîsanê de hatin qetilkirin, di nava dorpêçiya hêzên dewleta Tirk de bi tenê bi amadebûna 2 ji ferdên malbatê hatin veşartin. Dewleta Tirk destûr neda ku malbat bi temamî tevlî merasîma cenazeyên xwe bibin. Ji roja ragihandina qedexeyê û vir ve her roj hêzên dewletê davêjin ser malan û hevserokê DBP'ê yê Navçeyê jî di nav de bi dehan kes binçav kirin. Binçavî piştî ragirtina li emniyetê hatin berdan, lê belê li vê derê îşkence li wan hat kirin.
Heta niha li 25 kesan, bi bahaneya "qedexe binpê kirine" cezayê pereyan hatiye birîn.
Ev 3 roj in kargeh û gelek malên li taxên Barbaros û Başakê yên ji aliyê dewleta AKP'ê ve 'hatine desteserkirin' bi makîneyên kar tên xerakirin.