HPG: Li Mêrdînê du hevalên me şehîd ketin

Hêzên Parastina Gel (HPG) da xuyakirin, ku di şerê roja 13'ê Nîsanê yê li navçeya Mêrdîn Mehsertê de 2 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, roja 13'ê Nîsanê saet di 08:30 de, tîmeke gerîla dema bi wezîfeya bi cih danîn, ji aliyê kontrayên li gundê Mermarî yê Mehsertê hatin îxbarkirin. Di şerê ji ber vê yekê qewimî de du gerîlayên HPG'ê yên bi navê Nûman Serhed û Andok Cibîldrê jiyana xwe ji dest dan. HPG'ê da xuyakirin ku di vê operasyonê de kontrayên li gundê Zonê yê navçeya Stewrê jî amade bûn.

HPG'ê diyar kir, wê nasnameyên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, dûre bi raya giştî re parve bikin.