Şirnex bi dijwarî tê bombekirin
Li Şirnexê, ku berxwedan di roja 32. de ye, ji duh bi şev û vir ve bi tank, obus û topan taxên Yenî û Bahçelîevlerê tên bombekirin.
Li Şirnexê, ku berxwedan di roja 32. de ye, ji duh bi şev û vir ve bi tank, obus û topan taxên Yenî û Bahçelîevlerê tên bombekirin.
Li Şirnexê, berxwedana xwerêveberiyê ya li hemberî êrîşên qirkirinê di roja 32. de ye. Hêzên dewleta Tirk ên ji ber berxwedana xurt a hêzên YPS/YPS Jinê nikarin bi pêş de biçin, ji dûr ve bombeyan li taxan dibarînin.
Şerê ku duh li Gazîpaşa û meydana Omer Kabakê dijwar bû, hînê dewam dike.
ŞEWAT BI XANIYAN KET
Ji duh bi şev û vir ve taxên Yenî û Bahçelîevlerê bi taybetî dibin hedefa tank, obus û hawanan. Ji ber vê topbaranê, şewat bi gelek xaniyên li her du taxan ket.
Piştî bomberdûmanê maşînên zirxî demeke dirêj gule li taxan reşandin û dûre şer derket. Ev 20 roj in şer li taxên Îsmetpaşa, Cûmhûriyet û Dîcle giran e. Ji van her sê taxan dengê çekan û teqînê tên.
LIV Û TEVGERA AMBÛLANSAN
Hat ragihandin, gelek ambûlansan berê xwe dan herêmên şer lê diqewimin. Liv û tevgera zêde ya ambûlansan, ku du roj in dewam dike, balê dikişîne.
Bi şev jî helîkopter û balafirên keşfê yên bêmirov li ser bajêr geriyan.
Bomberdûman û şerê li bajêr bê navber dewam dikin.