YPS: Li Şirnexê 23 çeteyên qesrê hatin kuştin
Kordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, di şerê 4 rojên dawî yên li Şirnexê de 23 çeteyên qesrê hatine kuştin.
Kordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, di şerê 4 rojên dawî yên li Şirnexê de 23 çeteyên qesrê hatine kuştin.
Kordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) li ser şerê rojên dawî yên li Şirnex û Nisêbînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"Çeteyên qesrê, ji bo şikandina berxwedana gelê me êrîşên xwe yên hovane dewam dikin. Çeteyên qesrê di van êrîşên xwe de hemû pîvanên şer binpê dikin û bi hêzên tarî û kirêt êrîş dikin. Êrîşên bi obus, hawan, fuze û topên ji xarikan ên dijmin, bi dijwarî dewam dikin.
NISÊBÎN
Şer bi dijwarî dewam dike. Çeteyên qesrê hin çek anîne herêma şer, ku dema tên bikaranîn bi qasî 20 metreyan agir jê derdikeve.
ŞIRNEX
Êvara 12'ê Nîsanê, çeteyên Qesrê xwestin bikevin taxa Bahçelîevlerê û yekîneyên me yên YPS'ê li hemberî wan çalakî lidar xistin. Encamên vê çalakiyê wê dûre bi raya giştî re bên parvekirin. Roja 14'ê Nîsanê di şerê li heman taxê de sekvanekî çeteyên qesrê hat kuştin, balafireke keşfê ya bi tîpa drone hat xistin.
Ev 4 roj in li taxên Îsmet Paşa, Gazî Paşa û Cûmhûriyetê şerekî giran diqewime. Li 7 nuqteyan di navbera yekîneyên me yên YPS'e û çeteyên qesrê de ji navbereke nêz şer qewimî. Di vî şerî de 22 çeteyên qesrê hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn. Yekîneyên me her wiha çalakiyên sabotajê jî pêk anîn. Di encamê de 2 maşînên zirxî îmha bûn, 2 jî derb xwarin. Agahiyên berfireh wê piştre bên parvekirin. Dijmin obus, hawan, fuze û topên ji xarikan avêt taxên berxwedanê.
Roja 9'ê Nîsanê 2 endamên me yên YPS'ê dema ji wezîfeyê vedigeriyan, di şerê li hemberî çeteyên qesrê de şehîd ketin. Agahiyên li ser nasnameya endamên yekîneyên me yên berxwedanê yên şehîd ketine, wê piştre bên parvekirin. Li taxa Yenî jî ev 3 roj in şerekî giran diqewime."