Qetlîamên AKP’ê li Rojava hatin protestokirin

Bi hezaran kesên ji Kantona Cizîrê li Amûdê civiyan, ji bo protestokirina qetlîamên li ser Şêx Meqsûd û Bakurê Kurdistanê meş li dar xistin.

Bi hezaran kesên ji Hesekê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê û Amûdê ji bo protestokirina qetlîamên li ser Şêx Meqsûd û Bakurê Kurdistanê û her wiha bi armanca şermezarkirina bêdengiya civaka navneteweyî ya li beranberî qetlîaman, li Qada Azadiyê ya Amûdê li hev civiyan.

Girseya alên YPG/YPJ, TEV-DEM, PYD û alên girêdayî xweparastinê rakirin, pankartên, “Êrîşên çeteyên SÛK’ê yên ENKS’ê îxaneta li beranberî şehîdan e”, “Em bêdengiya civaka ya li beranberî qetlîaman şermezar dikin”, “Em berxwedana gelê xwe yê Şêx Meqsûd û Bakurê Kurdistanê silav dikin” û “Gelê li Şêx Meqsûd û Bakurê Kurdistanê ne bi tenê ye” vekirin.

Girseya li Qada Azadiyê bi tilîlî û dirûşmeyan dest bi meşê kir, dirûşmeyên “Qatil Erdogan”, “Bijî Berxwedana Şêx Meqsûdê” û “Bijî Berxwedana Bakurê Kurdistanê” qîr kir.

Hate ragihandin ku piştî girse bigihêje Goristana Şehîd Îsmaîl wê meş bi dawî bibe.