Polîsên Tirk nehiştin cenazeyê Aybak ê YPS'yî bê veşartin

Cenazeyê şervanê YPS'ê Yûsûf Aybak ê li Şirnexê di dema berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest da, wê li Qilabanê bihata veşartin, lê belê polîsên Tirk destûr nedan.

Malbata şervanê YPS'ê Yûsûf Aybak ê li Şirnexê di dema bomberdûmana hêzên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, cenazeyê kurê xwe ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê wergirt. Malbat ji bo cenaze veşêre berê xwe da navçeya Qilabanê, lê belê polîsên Tirk pêşî li malbatê girtin. Malbatê xwest cenaze li bajarokê Dêrgulê veşêre, lê polîsan nehiştin.

Malbat wê cenazeyê şervanê YPS'ê Aybak li bajarokê Gundikê Melê veşêre.