KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li girtiyên hatin sirgûn îşkence hat kirin
Greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'î, ku di 4'ê Adarê de li hemû girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê hat destpêkirin, dewam dike. Zexta dewleta Tirk a li girtiyên di grevê de ne, zêde dibe. -
Cenazeyên 20 cangoriyên têkoşîna azadiyê veşartin
Cenazeyên 20 cangoriyên têkoşîna azadiyê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, li Efrînê hatin veşartin. -
Hestiyên 24 kesên li Dêrsimê hatin qetilkirin piştî 78 salan hatin dîtin
Ji malbatên Canan û Baran ên li Dêrsimê di komkujiya 1938'an de hatin şewitandin, hestiyên 24 kesan piştî 78 salan li Xozadê hatin dîtin. Hestiyên 24 kesan wê di 4'ê Gulanê de werin veşartin. -
Hevserokê MHD Şaxê Amedê jiyana xwe ji dest da
Hevserokê Komeleya Hiqûqnasan a Mezopotamyayê (MHD) Şaxê Amedê parêzer Emrûllah Engîn Akyureklî, ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. -
Bayik hêzên bi AKP'ê re tevdigerin hişyar kir
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir, ku dijminatiya li Kurdan bi kêrî kesî nayê û hêzên bi AKP'ê re tevdigerin hişyar kir. -
Ji CPT soza çûyîna Îmraliyê
Bi armanca şermezarkirina xemsariya Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê (CPT) li pêşberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û barbariya çeteyên AKP'ê, ciwanên Kurd avahiya CPT dagir kirin. -
Bakur: Lehengekî gel ê ji Silêmaniyeyê
Dema li Rojava komkujî li gelê Kurd hat kirin, ciwanên Kurd ji bo azadiya gelê xwe herikîn cihê komkujiyan. Yek ji van ciwanan jî ji fermandarên YPG'ê Bakur Cîlo yê ji Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyeyê bû. -
Brûskê destana Sûrê
Yek ji lehengên berxwedana Sûrê, ku zêdeyî 100 rojî li nava refên YPS'ê li dijî dorpêçî û dagirkeriyê li ber xwe da û tevlî karwanê nemiran bû, Azad Kaya (23) ê bi nasnav Brûsk e. -
'Projeya Sûnîkirinê li Mereşê tê bicihanîn'
Serokê Giştî yê Federasyona Elewî Bektaşî Bakî Duzgun destnîşan kir, ku çêkirina kampa penaberan a AFAD'ê li warê Elewiyan Pazarcixê, projey Sûnîkirinê ye. -
Erdogan dixwaze di navbera Kurdan de şerê birakujiyê derxîne!
Rewşenbîrên ji Başûrê Kurdistanê diyar kirin, Serokkomarê Tirk Erdogan dixwaze di navbera Kurdan de şerê birakujiyê derxîne. -
Li Nisêbînê cerdevanan çek danîn
Li Nisêbînê 2 cerdevanan gotin, “Em ê nebin hevkarên vî sûcî. Em ê xwişk û birayên xwe nekujin” û çek danîn. -
Tîşortên bi nivîsa ‘Kurdistan’ hatin komkirin
Polîsên Tirk ên bi ser dikanên sûka Kerboranê de girtin, tîşortên li ser ‘Kurdistan’ dinivîsîn kom kirin. -
Li Stewrê herî kêm 4 leşkerên Qesrê mirin
Di teqîna li navçeya Stewr a Mêrdînê ya dema derbasbûyina wesayîteke leşkerî de herî kêm 4 leşker mirin, 2 jî birîndar bûn. -
Li Şirnexê herî kêm 5 tîmên taybet hatin kuştin
Hate hînbûn ku li Taxa Îsmetpaşa ya Şirnexê bi teqînê maleke ku tîmên taybet lê bi cih bibûn hilweşiya, herî kêm 5 tîmên taybet mirin. -
Li Şemzînan û Geverê bi sedan herêm hatin qedexekirin
Walîtiya Colemêrgê bi sedan herêmên di navbera Gever û Şemîzênê wek “Herêmên Ewlehiya Taybet” îlan kir û ketina welatiyan qedexe kir. -
Li hember taxên berxwedanê yên Nisebînê bomberdûman
Li hember Taxên Firat, Abdûlkadîrpaşa, Zeynelabîdîn û Kişla yên Nisebînê bi topan bomberdûman tên kirin. -
Ji bo protestokirina Davûtoglû ya li Strasboûrgê bang
Davûtoglû yê wê were Parlamentoya Ewropa ya li Strasboûrgê, wê ji aliyê Kurdan û dostên wan ve were protestokirin. -
Akademiya li ser navê şehîdên Şedadê hate vekirin bi dawî bû
Dewreya Perwerdeyê ya Şehîdên Şedadê ya Akademiya Şehîd Xebat bi dawî bû. Dewreya akademiyê bi tevlîbûna 95 ciwanên Kurd û Ereb pêk hat. -
Cenazeyê Akdogan hate teşxîskirin
Cenazeyê Mehmet Şerîf Akdogan ê li Geverê di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbata wî ve li Saziya Tibê ya Edlî ya Erziromê hate teşxîskirin. -
Li Şirnexê avahiya ku çeteyên Qesrê ketinê hilweşiya
Li Şirnexê avahiya ku çeteyên Qesrê ku leşkerên payebilind jî tê de hene, ketinê hilweşiya. Hat ragihandin ku gelek mirî û birîndar hene. -
Li Farqînê bomberdûman dewam dike
Li Farqinê, bomberdûman ji duh şev ve berdewam dike, îro jî bi helîkopterên Kobra ve herêma Mala Çelê tê bomberdûmankirin. -
Nehiştin Aybak ê YPS’yî li warê xwe bê definkirin
Ji ber hêzên dewleta Tirk astengî derxistin, Yûsûf Aybak ê YPS’yî ku di berxwedana Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû li şûna warê wî Qilebanê li Gundikê Melê ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin. -
Kemal Pencewînî bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê Kemal Pencewînî yê ku pêr êvarî li Pencewînê ji aliyê kesên ne diyar ve hate qetilkirin bi beşdariya bi sedan kesan ve hate veşartin. -
Li Nisêbînê topên hewanê avêtin derdora malan!
Çeteyên AKP/Qesrê li Nisêbînê jiyana sivilan dikin hedef, li Taxa Derê (Akagi) topa hewanê avêt nêzî malan. -
20 têkoşerên Azadiyê li Efrînê hatin oxirkirin
Cenazeyên 19 endamên HPG, TEV-DEM, Asayîş û sivîlên herêmê tevî şervanekî YPG’ê li goristanên Şehîd Refîq û Seydo yên Efrînê hatin oxirkirin.