Li Şirnexê herî kêm 5 tîmên taybet hatin kuştin
Hate hînbûn ku li Taxa Îsmetpaşa ya Şirnexê bi teqînê maleke ku tîmên taybet lê bi cih bibûn hilweşiya, herî kêm 5 tîmên taybet mirin.
Hate hînbûn ku li Taxa Îsmetpaşa ya Şirnexê bi teqînê maleke ku tîmên taybet lê bi cih bibûn hilweşiya, herî kêm 5 tîmên taybet mirin.
9 tîmên taybet ên birîndarbûyî jî rakirin nexweşxaneyê
Li Şirnexê ku li dijî êrîşên qirkirinê yên dewletê berxwedana xwerêveberiyê 32 roj in didome, danê êvarî maleke li Taxa Îsmetpaşa ya 7 tîmên taybet tê de bicihbûyî bi taqemeniyê hilweşiya û di bin xirbeyan de man.
Yên di bin xirbeyan de mabûn ku payebilind jî di nav de hene, ji ber şerê li herêmê demek dirêj teqwiyayan xwe negihandinê.
Li herêma ku şer giran bûye, xirbe demek dirêj nehatin rakirin. Piştre bi sewqirina tîmên taybet li vir şer dijwartir bûn.
Di bin xirbeyên ku piştî saetan hatin rakirin de cenazeyên 5 tîmên taybet hatin dîtin. 2 tîmên taybet jî bi birîndarî hatin derxistin.
Bi ambûlansên sewqî herêmê hatin kirin, 4 mirî, 2 jî birîndar rakirin 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan.
POH’ekî hate diyarkirin ku miriye rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Her wiha hate ragihandin ku di şerê di navbera tîmên taybet ên ji bo rizgarkirina leşkerên di bin xirbeyan de hatin herêmê û şervanên YPS/YPS-JIN’ê de 7 tîmên taybet birîndar bûn.
Çeteyên birîndar bûne jî bi ambûlansên ÛMKE’yê birin 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan.
Piştî avahiya li Îsmetpaşayê hilweşiya jî hate ragihandin ku dûv şer re hêzên dewletê vekişiyane.
Tank, obus û topên li derdora bajêr hatine bicihkirin bombekirinên taxan didomînin, li Taxa Bahçelîevler jî şer diqewime.