Nehiştin Aybak ê YPS’yî li warê xwe bê definkirin

Ji ber hêzên dewleta Tirk astengî derxistin, Yûsûf Aybak ê YPS’yî ku di berxwedana Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû li şûna warê wî Qilebanê li Gundikê Melê ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin.

Endamê YPS’ê Yûsûf Aybak (Şoreş Goyî Masîro) yê li Şirnexê 14’ê Adarê di êrîşên qirkirinê yên hêzên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, dîsa hêzên dewletê nehiştin warî wî Qilebanê bê definkirin. Malbata ji Mêrsînê hate Şirnexê, piştî zarokê xwe yê li morga nexweşxaneyê teşxîs kirin ji bo definkirinê ketin nav tevgerê. 

Malbat ji bo cenaze veşêre berê xwe da navçeya Qilabanê, lê belê polîsên Tirk pêşî li malbatê girtin. Malbatê xwest cenaze li bajarokê Dêrgulê veşêre, lê polîsan dîsa nehiştin. Li ser van astengiyên hêzên dewleta Tirk malbat neçar ma cenazeyê kurê xwe li Goristana Beg Ûrzan a bajarokê Gundikê Melê ya Şirnexê bispêrin axê.

Di merasîma cenazeyê de Hevşaredarên Gundikê Melê, rêveberên HDP, DBP’ê û bi sedan welatî amade bûn. Piştî rêzgirtinê, Aybak bi dirûşmeyan ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin.