20 têkoşerên Azadiyê li Efrînê hatin oxirkirin

Cenazeyên 19 endamên HPG, TEV-DEM, Asayîş û sivîlên herêmê tevî şervanekî YPG’ê li goristanên Şehîd Refîq û Seydo yên Efrînê hatin oxirkirin.

Cenazeyên 19 endamên HPG, TEV-DEM û Asayîşê ku di têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê û şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dabûn, sivîlên di serhildana 12’ê Adara 2004’an a Qamişlo de hatibûn qetilkirin, her wiha di demên dawiyê de ji goristanên gundên Efrînê hatibûn derxistin û şervanê YPG’ê Nûrî Dada (Şaho Peyman) ku 13’ê Nîsanê li Til Rifatê jiyana xwe ji dest dabû, li goristanên şehîd Refîq û Seydo yên Efrînê hatin oxirkirin.

Ji bo wergirtina cenazeyan, bi sedan şêniyên Efrînê li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê hatin cem hev. Piştî wergirtina cenazeyan girseya gel berê xwe da navçeya Mobeta û li qadek navçeyê merasîma oxirkirinê hate lidarxistin.

Piştî merasîmê, wê cenazeyên 5 têkoşeran li goristana Şehîd Seydo ya li navçeya Cinidrêsê,  15 têkoşerên din jî li goristana şehîd Refîq ya li navçeya Şera bên oxirkirin.

Nasnameyên têkoşeran wiha ne:

Nav û Paşnav: Seîd Mûsa (Endamek TEV-DEM)

Bav: Ehmed

Dayik: Fehîme

Cih û Dîrka Jidayikbûnê: Cilbirê 1981

Cih û Dîrka Şehadetê: 28’ê Cotmeha 2013 – Basilê

***

Nav û Paşnav: Îzet Rûbarî (Endamek TEV-DEM)

Bav: Celal

Dayik: Zelûx

Cih û Dîrka Jidayikbûnê: Cilbirê 1985

Cih û Dîrka Şehadetê: 28’ê Cotmeha 2013 – Basilê

***

Nav û Paşnav: Ibêd Hisên

Bav: Mistefa

Dayik: Meryem

Cih û Dîrka Jidayikbûnê: Çeqelê Comê 1957

Cih û Dîrka Şehadetê: 16’ê Tebaxa 2007 di encama êşkenceyê de

***

Nav û Paşnav: Zêneb Çawîş

Bav: Mihemed

Dayik: Zêneb

Cih û Dîrka Jidayikbûnê: Şêxurzê 1930

Cih û Dîrka Şehadetê: 16’ê Kanûna 1997 di encama êrîşa çeteyan de

***

Nav û Paşnav: Îbrahîm Sebrî Mihemed (Endamek TEV-DEM)

Bav: Sebrî

Dayik: Fehîme

Cih û Dîrka Jidayikbûnê: Badîna 1977

Cih û Dîrka Şehadetê: 12’ê Adara 2004

***

Nav û Paşnav: Celal Ibrahîm

Bav: Kemal

Dayik: Fatima

Cih û Dîrka Jidayikbûnê: Efrîn 1989

Cih û Dîrka Şehadetê: 16’ê Adara 2004

***

Nav û Paşnav: Ferîda Ehmed

Bav: Ehmed

Dayik: Zêneb

Cih û Dîrka Jidayikbûnê: Miskê Tehtanî 1960

Cih û Dîrka Şehadetê: 12’ê Adara 2004

***

Nav û Paşnav:: Betal Ebdo (endamek HPG)

Bav: Mihemed

Dayik: Emîna

Cih û Dîrka Jidayikbûnê: Korka Cindirêsê 1984

Cih û Dîrka Şehadetê: 9’ê Gulana 2012

***

Nav û Paşnav: Reşîd Hebîb (Endamek Asayîşê)

Nasnav: Xelîl

Bav: Ebdullrehman

Dayik: Mewlûda

Cih û Dîrka Jidayikbûnê: Qirna Bilbil 1973

Cih û Dîrka Şehadetê: 2012

***

Nav û Paşnav: Elî Şêx Mihemed (Endamek HPG)

Nasnav: Berxwedan

Bav: Henîf

Dayik: Şefîqa

Cih û Dîrka Jidayikbûnê: Şêxurzê 1983

Cih û Dîrka Şehadetê: 2009

***

Nav û Paşnav: Mihemed Mistefa

Bav: Beşîr

Dayik: Zêneb

Cih û Dîrka Jidayikbûnê: Bêbaka Bilbil – 1969

Cih û Dîrka Şehadetê: 11’ê Nîsana 1994

***

Nav û Paşnav: Eyûb Bekir Hesen

Bav: Bekir

Dayik: Iwaşa

Cih û Dîrka Jidayikbûnê: Miskê Jorîn – 1968

Cih û Dîrka Şehadetê: 1’ê Kanûna 1993

***

Nav û Paşnav: Welat Şêxo (Endamek Asayîşê)

Bav: Elî

Dayik: Fîdan

Cih û Dîrka Jidayikbûnê: Kemrûk

Cih û Dîrka Şehadetê: 17’ê Mijdara 2012

***

Nav û Paşnav: Elî Soro (Endamek YPG)

Nasnav: Kajîn

Bav: Xelîl

Dayik: Xalîde

Cih û Dîrka Jidayikbûnê: Inqele Şiyê 1999

Cih û Dîrka Şehadetê: 14’ê Tîrmeha 2015

***

Nav û Paşnav: Luqman Reşîd (Endamek HPG)

Nasnav: Zinar

Bav: Mihemed

Dayik: Eyşe

Cih û Dîrka Jidayikbûnê: Heleb 1982

Cih û Dîrka Şehadetê: 9’ê Nîsanê 2012

***

Nav û Paşnav: Mihemed Cafer (Endamek TEV – DEM)

Bav: Xelîl

Dayik: Sewliyê

Cih û Dîrka Jidayikbûnê: Meamil 1960

Cih û Dîrka Şehadetê: 26’ê Tîrmeha 2014 – Heleb

***

Nav û Paşnav: Ebdullrehman Bekir (Endamek HPG)

Nasnav: Leheng Tendurek

Bav: Mihemed

Dayik: Emîne

Cih û Dîrka Jidayikbûnê: Meydan Ekbes 1973

Cih û Dîrka Şehadetê: 7’ê Tebaxa 2005

***

Nav û Paşnav: Fewzî Hesko (Endamek HPG)

Nasnav: Qehreman

Bav: Hisên

Dayik: Zelûx

Cih û Dîrka Jidayikbûnê: Kirmaş 1974

Cih û Dîrka Şehadetê: 2005

***

Nav û Paşnav: Mistefa Reşîd (Endamek Asayîşê)

Bav: Nebî

Dayik: Elmaza

Cih û Dîrka Jidayikbûnê: Şiltahita 1999

Cih û Dîrka Şehadetê: 2012

***

Nav û Paşnav: Nûrî Dada (Endamek YPG)

Nasnav: Şaho Yeman

Bav: Mihemed

Dayik: Emîna

Cih û Dîrka Jidayikbûnê: Şeran Qitmê 1993

Cih û Dîrka Şehadetê: 13’ê Nîsana 2016 – Til Rifat