Ji bo protestokirina Davûtoglû ya li Strasboûrgê bang

Davûtoglû yê wê were Parlamentoya Ewropa ya li Strasboûrgê, wê ji aliyê Kurdan û dostên wan ve were protestokirin.

Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) ji bo protestokirina Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû ya Parlamentoya Ewropayê bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya CDK-F’ê de ev hate gotin: “Hikûmeta AKP’ê ya faşîst, bi êrîşên derveyî mirovahiyê yên li Bakurê Kurdistanê bêyî zarok, jin, kal, ciwan guhdar bike bi qetlîaman ve malan dişewitîne, hildişewîne, talan dike.”

‘EM BI GIRSEYÎ TEVLÎ BIBIN’

CDK-F’ê ji bo protestokirina Davûtoglû yê wê were Parlamentoya Ewropayê, wiha got: “Em bang li tevahî gelê xwe yê welatparêz û tevahî beşên çep, sosyalîst, şoreşger dikin ku bi dirûşmeyên ‘Qatil Davûtoglû, hesabên qetlîaman bide’ bi girseyî tevlî meşa protestoyî bibin.”

Meşa ku wê Davûtoglû bê protestokirin, 19’ê Nîsanê saet 10.00’an li Avenue de la Europe/Strasbourgê tê lidarxistin.