Akademiya li ser navê şehîdên Şedadê hate vekirin bi dawî bû
Dewreya Perwerdeyê ya Şehîdên Şedadê ya Akademiya Şehîd Xebat bi dawî bû. Dewreya akademiyê bi tevlîbûna 95 ciwanên Kurd û Ereb pêk hat.
Dewreya Perwerdeyê ya Şehîdên Şedadê ya Akademiya Şehîd Xebat bi dawî bû. Dewreya akademiyê bi tevlîbûna 95 ciwanên Kurd û Ereb pêk hat.
Axaftina girtinê ya Dewreya Şehîdên Şedadê ji Fermandariya YPG’ê ya Kantona Cizîrê Hesen Qamişlo kir. Qamişlo girîngî da ser rêxistinbûyina Sûriyeya Demokratîk, destnîşan kir ku li Rojava ji her gelî tevlîbûnek zêde ya nava refên YPG’ê heye.
Ji Dewreya Perwerdeyê ya Şehîdên Şedadê Artî, Cîhad û Firat ên bi eslê xwe Ereb in ji ANF’ê re axivîn û wiha gotin:
Artî: Hedef û armanca min a ji tevlîbûna rêfên rêxistinê ji bo yekîtiya gelan e. Ji ber ku ev rêxistin ti ferq û cudahiyê naxe navbera gel û netewan, gel û olan. Ji ber vê jî hedef û armanca me ya yekemîn, ruhê netewî yê di navbera gelan de ye. Hin kesên rûsipî hene ku xwe weke xwedî netewe dibînin, lê di bingeha xwe ti tiştekî ku îfadeya neteweyê bike mirov nabîne. Ji ber vê hedefa min a yekemîn ji tevlîbûna refên YPG’ê ew e ku serîrakirina li hemberî desthilatdariyê û gelên xwe ji desthilatdar û faşîstan rizgar kirine.
Cîhad: Sedema tevlîbûna min ji bo welatekî azad û hevpar e. Ya ku hişt ez cihê xwe di nav vê tevgerê de bigirim ew e ku ti ferq û cudahiyê naxe mabeyna gelan; nabêje ku ev Kurd e, Ereb e, Şîa ne û Sunî ne. Dema ku me cihê xwe di nav vê tevgerê de girt, me xwest destên şervanên YPG û QSD’ê bigirin, li hemberî çeteyan şer bikin û axa xwe biparêzin.
Firat: Ez bi eslê xwe Filîstînî me. Armanca min a ji tevlîbûnê sazkirina wekheviya gelan e. Em weke tevger ti ferq û cudahiyê naxine navbera gel û netewan, nabêjin ew Kurd e, Suryan û Aşûrî ye. Ev fikir û felsefa Rêber Apo ye ku her netew û gelî weke hev digire dest. Vî fikrî em hişyar kirin ku em xwe bi xwe welatê xwe biparêzin.
Li şûna ku hin kes ji derve werin me biprêzin û gotinên xwe li ser me ferz bikin, em xwe bi xwe biparêzin wê hê baştir be. Beriya em tevlî bibin, ji me re digotin ku ferq û cudahiyê dixin di navbera gelan de, lê em hatin û me bi çavên xwe rastiya ku heyî dît. Tiştên ku hatine gotin tev derew in. Ev tevger ne weke hin eşîrên Ereban e ku ferqê bixîne nav gelan û eşîran. Tevî ku bi navê federalî û wekheviyê bang dikin, lê rastî tiştekî îfade dike. Tiştê ku me di nav vê rêxistinê de dîtiye ew e ku her kes xwe bi rê ve bibe û sîstema xweseriya demokratîk jî îfadeya vê yekê dike. Her kes ji derveyî sîstemên dewletan divê xwe bi rê ve bibe.
Girtina dewrêyê bi govendên li ber muzîkên Kurdî-Erebî bi dawî bû.