Kemal Pencewînî bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê Kemal Pencewînî yê ku pêr êvarî li Pencewînê ji aliyê kesên ne diyar ve hate qetilkirin bi beşdariya bi sedan kesan ve hate veşartin.
Cenazeyê Kemal Pencewînî yê ku pêr êvarî li Pencewînê ji aliyê kesên ne diyar ve hate qetilkirin bi beşdariya bi sedan kesan ve hate veşartin.
Îro serê sibehê bi beşdarbûna bi sedan kesî, kesên ji partî û aliyên siyasî, cenazeyê Kemal Pencewînî bi karwanek girseyî ve ji Silêmaniyê ber bi qezaya Pencewîn ve bi rê ket. Li Pencewîn cenaze ji aliyê bi sedan kesî ve hate pêşwazîkirin û ber bi goristana bajêr ve hat şandin. Li goristanê mersîmek hate lidarxistin, bi sedan kesên ku di nav wan de malbat, partî û aliyên siyasî jî hebûn beşdarî merasîmê bûn.
Hemwelatiyan li goristanê dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Em ê Tola Şehîd Kemal Hilînin” û “Bijî Serok Apo’ berz kirin. Li ser navê Meclîsa PJAK’ê Amed Şaho di merasimê de axivî û diyar kir ku li kîjan cihê ku demokrasî lê nebe, dawî li revandin û qetilkirinê jî nayê.
Amed Şaho da zanîn ku kesên li pişt vê bûyerê, terorîst in û wiha axivî: “Kesên ev kiryar pêk anîne, ti caran têkoşîna rewa ya gelê Kurd hezim nakin. Ji bo vê jî her tim xizmeta dagirkeran dikin. Qetilkirina endamê dilsoz û têkoşer ê partiya me Kemal Şêx Sade û welatparêzê hêja Westa Sedîq Saliyawa her çendî me û gelê me xemgîn kiribe jî kiryarên bi vî rengî me ji têkoşînê paşde nade.”
Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê got, ew soz didin ku qezaya Pencewîn bibe deriyê şoreşa Rojhilatê Kurdistanê û wiha dewam kir: “Em her du şehîdan wek şehîdên partî û gelê xwe dizanin.”
Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah jî di merasimê de axivî û ev anîn ziman: “Her kesên ku dixwazin dijberiya vê tevgerê bikin û dijberiya kesên welatparêz bikin, bila bizanin wê bedelê giran ji bo vê bidin.”
Mihemed Ebdullah wiha dawî li gotinên xwe anî: “Pêwîst e dijmin bizane bi ti awayî nikarin li pêşiya têkoşînê bibin asteng. Ji ber ku li şûna Kemal, bi sedan Kemal li vir perwerde dibînin û dest bi têkoşînê dikin.”
Di merasimê de her wiha hevjîna Kemal Pencewînî Çinor Xerîb jî axivî û wiha got: “Sersaxiyê ji gelê Kurd û Rêber Apo re dixwazim. Ez şanaziyê bi heval Kemal dikim ku ji sala 1983’an heta îro têkoşîna xwe berdewam kir. Her tim di nava têkoşînê de bû. Her tim ji bo azadiya gelê xwe di eniya herî pêş de cih girt. Em jî wek malbata wî soza berdewamkirina têkoşîna wî didin.”