Erdogan dixwaze di navbera Kurdan de şerê birakujiyê derxîne!

Rewşenbîrên ji Başûrê Kurdistanê diyar kirin, Serokkomarê Tirk Erdogan dixwaze di navbera Kurdan de şerê birakujiyê derxîne.

Rewşenbîrên ji Başûrê Kurdistane nerazîbûn nîşanî nameya dewleta Tirk a ji YNK'ê re şandibû dan, ku ji YNK'ê xwestibû, li hemberî berxwedana li Bakurê Kurdistanê destekê bide wan. Rewşenbîran banga "Divê hêzên Başûrî li dijî faşîzma Erdogan xwedî li gelê Bakur derkeve" kirin.

Parlamentera YNK'ê ya Iraqê Ala Talabanî bi rêya malpera xwe ya Facebookê ragihandibû, ku dewleta Tirk ji rayedarên YNK'ê re name şandiye û jê xwestine, ku di şerê li dijî PKK'ê de destekê bidin wan.

ERDOGAN DIXWAZE CAREKE DIN ŞERÊ BIRAKUJIYÊ DERXÎNE

Nerazîbûnên ji Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî vê dan û cihgirtina li kêleka dewleta Tirk li aliyekî, xwestin li dijî faşîzma Erdogan têkoşîneke aktîf bê meşandin. Rewşenbîran gotin, "Erdogan dixwaze careke din şerê birakujiyê derxîne. Lê belê divê em bi ehv re li hemberî faşîzma Erdogan û dewleta Tirk têbikoşin."

Ji rewşenbîran Hîwa Seîd bibîr xist, dewleta Tirk bi salan e dixwaze hêzên Başûrê Kurdistanê ji aliyê siyasî, aborî û leşkerî ve di şerê li hemberî PKK'ê de bi kar bîne û destnîşan kir, girîng e Kurd li hemberî vê yekê bêdeng nemînin.

Seîd got, "Dewleta Tirk bi zextên siyasî, dîplomatîk û aborî hewl dide vê daxwaza xwe bi hêzên Başûrî re bide kirin. Lê belê, Kurdên ku ji şerê birakujiyê ders derxistine, nikarin vê bikin, divê nekin. Li gorî min, Kurd wê nekevin xefikên bi vî rengî. Ji ber ku Erdogan bi awayekî vekirî dixwaze careke din di navbera Kurdan de şerê birakujiyê derxîne. Dewleta Tirk bi taybetî ev du sal in ji bo derxistina şerê navbera Kurdan ket nava hewldanên mezin. Ev yek li Rojava û li Başûr kir."

Navborî da zanîn, Kurd di salên dawî de neketine xefika Erdogan a şerê birakujiyê, dewleta Tirk hem li Bakur hem jî li Rojava bi xurtî şikestî ye û diyar kir, eger li Başûr jî Kurd nekevin vê xefikê wê Erdogan û dewleta Tirk li vir jî bişikên.

DIVÊ BAŞÛR DESTEKÊ BIDE BAKUR

Seîd da xuyakirin, ku yên bêdengiya hêzên Başûr li pêşberî faşîzma Erdogan rexne dikin gelekî mafdar in û destnîşan kir, divê hêzên li Başûrê Kurdistanê piştgiriyeke xurt bide gel û berxwedana Bakur.

Seîd di dewama axaftina xwe de got, "Di şerê dewleta Tirk ê li hemberî PKK'ê û gelê Bakur de, cihnegirtina di vî şerî de bi tena serê xwe têrê nake. Girîng e li hemberî êrîş û komkujiyên li gelê Bakur tê kirin, divê nerazîbûneke xurt were nîşandan. Di vî warî de bendewariyên gelê Bakur ji Başûr hene. Di vî warî de hin rexne tên kirin û ji sedî sed ev rexne rast in. Berê, gava li parçeyekî Kurdistanê têkoşîn dihat meşandin, parçeyên din bêdeng bûn. Pêwîste ev rewş êdî dubare nebe. Divê gel û hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê xwedî li Bakur derkevin.

Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de hêzên Başûrê Kurdistanê bi xurtî destek dan HDP'ê. Ji ber ku serketina HDP'ê weke serketina xwe didîtin û ev rast bû. Lê belê niha li hemberî gelê me zext û komkujî hene, lê ev hêz bêdeng in. Lewma gelê Bakur di rexneyên xwe de mafdar e. Pêwîste gel û hêzên siyasî yên Başûr bi awayekî vekirî nerazîbûneke bi biryar nîşanî van pêkanînan bidin."

GELÊ ME TÊ QETILKIRIN; NABE EM BÊDENG BIN

Seîd got, "Li Bakur bajarên me xera dibin, mirovên me tên qetilkirin. Li hemberî vê yekê divê gotineke me hebe, nerazîbûneke me ya vekirî hebe" û wiha dewam kir: "Mafê ti Kurdî nîne li pêşberî pêkanînên faşîst ên Erdogan bêdeng be. Di rewşeke ku faşîzma Erdogan Kurdan qetil dike, bêdeng mayîn li aliyekî, xurtkirina têkiliyên siyasî û aborî ne ya bê qebûlkirin e." Seîd da xuyakirin, ku divê gel û hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê vê bêdengiya xwe bi awayekî cidî binirxînin û êdî li hemberî faşîzma Erdogan helwesteke zelal nîşan bidin.

LI HEMBERÎ KURDAN KOMPLOYEKE MEZIN TÊ MEŞANDIN

Ji rewşenbîran Mûstafa Xoxê jî da zanîn, têkoşîna azadiyê ya Kurd li çar parçeyên Kurdistanê bi komployeke berfireh re rû bi rû ye û diyar kir, serkêşê vê komployê dewleta Tirk e. Xoxê bang li hemû Kurdan kir, ku hay ji vê komployê hebin û li hemberî wê helwestê nîşan bidin. Xoxê destnîşan kir, ku divê nameya ji YNK'ê re hatiye şandin jî di vê çarçoveyê de were nirxandin.

Xoxê anî ziman, ku ew bawer e wê YNK nerazîbûnê nîşanî nameya dewleta Tirk bide û li dijî faşîzma Erdogan hîn bêhtir piştgiriyê bide gelê Bakurê Kurdistanê.

GELEKÎ ENFAL BI SERÎ DE HATIYE, DIVÎ HÎN BI XURTÎ XWEDÎ LI BAKUR DERKEVE

Xoxê ragihand, gelê Bakur di warê bendewarî û rexneyên xwe de mafdar e û got, "Gelê Başûr ê Helebçe, Enfal bi serî de hatiye, diviyabû hîn bêhtir xwedî li Bakur derketibûya. Li hemberî vê Enfala dewleta Tirk li dijî Kurdên li Bakur dike, diivyabû sekneke xurt nîşan bidaya. Ya divê were kirin destekkirina dewleta Tirk nîne, têkoşîna li dijî dewleta Tirk e. Pêwîste gel her roj dakeve qadan û li dijî faşîzma Erdogan helwestê nîşan bide."

DIVÊ CIWANÊN LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ LI DIJÎ FAŞÎZMA ERDOGAN DAKEVIN QADAN

Xoxê bang li ciwanên Başûrê Kurdistanê kir, ku li dijî komkujiyên li Bakurê Kurdistanê û li hemberî rayedarên Başûrî yên tevî van komkujiyan jî bi dewleta Tirk re têkiliyên siyasî û aborî xurt dikin, dakevin qadan û nerazîbûnê nîşan bidin.

Xoxê got, "Hêvîdar im wê ciwanên Kurd ên li Başûr, nerazîbûnê nîşanî bêdengiya siyasetmedar û partiyên Başûrî bidin û piştgiriyê biding elê Bakurê Kurdistanê. Ya rast, diviyabû ciwanan ji destpêkê ve nerazîbûn nîşanî hêz û partiyên Başûrî yên bêdeng mane bidan. Ji ber ku eger ev bê kirin, wê destekeke xurt ji têkoşîna Kurdên li Bakur û Rojava re bê dayîn."