Li Nisêbînê cerdevanan çek danîn

Li Nisêbînê 2 cerdevanan gotin, “Em ê nebin hevkarên vî sûcî. Em ê xwişk û birayên xwe nekujin” û çek danîn.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê êrîşên qirkirinê didomin. Hêzên dewletê nikarin li hember berxwedana dîrokî ya xwerêveberiyê bi pêş ve biçin. Her çiqasî çeteyên Qesrê ji bo vê “Sendroma Nisêbînê” derbas bikin bang li psîkiyatrên taybet ên ji GATA’yê û Fermandarê Hêzên Bejahî kiribin jî tevahî wek hewldanên vala derbasî dîrokê bûn.

Her wiha cerdevanên li navçeyê jî yek bi yek çekan datînin. Li gundê Tilminarê yê Nisêbînê 1, li gundê Tiyaqûbê jî cerdevanekî din gotin, “Em ê nebin hevkarên vî sûcî. Em ê xwişk û birayên xwe nekujin” û bi armanca protestokirina dorpêça li ser Nisêbînê dan xuyakirin ku çekê datînin.