'Projeya Sûnîkirinê li Mereşê tê bicihanîn'

Serokê Giştî yê Federasyona Elewî Bektaşî Bakî Duzgun destnîşan kir, ku çêkirina kampa penaberan a AFAD'ê li warê Elewiyan Pazarcixê, projey Sûnîkirinê ye.

Serokê Giştî yê Federasyona Elewî Bektaşî Bakî Duzgun destnîşan kir, ku çêkirina kampa penaberan a AFAD'ê li warê Elewiyan Pazarcixê, projey Sûnîkirinê ye.

Serok Giştî yê Federasyona Elewî Bektaşî Bakî Duzgun mijar ji ANF'ê re nirxand.

Duzgun bibîr xist, ku di sala 1978'an de li Mereşê komkujiyeke mezin hat kirin û destnîşan kir, ku di rewşeke hînê kujerên vê komkujiyê nehatine cezakirin û travmaya rû da ji holê nehatiye rakirin de, bicihkirina barbarên DAIŞ'ê li gundên Elewiyan nayê qebûlkirin. 

Duzgun da xuyakirin, ku li Pazarcix a kamp lê were çêkirin 3 hezar welatiyên Elewî hene û da zanîn, hejmara penaberên li kampê werin bicihkirin 27 hezar e. Duzgun ragihand, kampên penaberan ne tenê li Mereşê tê çêkirin, li herêmên Elewiyan ên li navçeyên Sêwas Dîvrîgî û Zara û Tokatê jî tên çêkirin. Duzgun diyar kir, çêkirina van kampan bi taybetî li herêmên Elewiyan, pirsa 'gelo amadekarî ji komkujiyeke nû re tê kirin?' dixe hişê mirovan.

PROJEYA DEWAMKIRINA SENTEZA TIRK-ÎSLAMÊ

Duzgun destnîşan kir, ku projeya hewl tê dayîn li Mereşê bi cih were anîn, ji qewimînên li Cizîr, Sûr, Hezex, Nisêbîn û Geverê cudatir nîne. 

Duzgun ragihand, 'îstimlaqkirina lezgîn', valakirina navçeyên Kurdistanê û ferzkirina polîtîkaya koçberiya bi zorê li herêmên Elewiyan jî derbas dibe û anî ziman, ev zîhniyet projeya dewamkirina senteza Tirk-Îslam a 12'ê Îlonê ye.

Duzgun wiha dewam kir: "Dixwazin mûxalefetê bêdeng bikin, herêmên Kurdan bê Kurd bihêlin û herêmên Elewiyan jî bikin Sûnî. Ji xwe dixwazin 3 mîlyon penaberên Sûriyeyî bikin welatiyên Tirkiyeyê, ku ev yek ji bo wan tê wateya depoyeke amade ya dengan. Hingî wê bi vê wesîleyê re projeya xwe jî bixin meriyetê."

Bakî Duzgun da xuyakirin, ku yên dîrokê rast dixwînin divê zanibin; ne Elewî, ne Kurd, ne jî sosyalîst wê teslîmî vê bibin û destnîşan kir, ku divê Elewî, Kurd, sosyalîst û hêzên demokrasiyê li hemberî vê zîhniyetê eniyeke hevpar ava bikin. 

Duzgun got, "Ne Elewî bi tena serê xwe dikare ji binê vî barî rabe, ne jî Kurd, demokrat û sosyalîst. Ev yek bi eniyeke hevpar a rêxistinbûyî, bi têkoşîna hevpar re dikare bê meşandin."

'EM Ê TESLÎM NEBIN'

Serokê Giştî yê Federasyona Elewî Bektaşî Bakî Duzgun da xuyakirin, ku li Tirkiyeyê zilm, mêtîngerî û zext hînê neheqiya ne, lewma daxwaza wan a lêgerîna li maf jî wê neqede. Duzgun got, "Li vî welatî faşîzma 12'ê Îlonê rû da. Bi sedan mirov avêtin nava zîndanê, îşkence li wan kirin, seqet hatin hiştin, bi sedan hatin qetilkirin, lê tevî vê yekê jî mirov ji têkoşînê venegeriyan, teslîm nebûn. Çawa ku faşîzma 12'ê Îlonê nikarîbû mûxalafetê teslîm bigire, faşîzma AKP'ê jî wê îro nikaribe teslîm bigire."