Brûskê destana Sûrê
Yek ji lehengên berxwedana Sûrê, ku zêdeyî 100 rojî li nava refên YPS'ê li dijî dorpêçî û dagirkeriyê li ber xwe da û tevlî karwanê nemiran bû, Azad Kaya (23) ê bi nasnav Brûsk e.
Yek ji lehengên berxwedana Sûrê, ku zêdeyî 100 rojî li nava refên YPS'ê li dijî dorpêçî û dagirkeriyê li ber xwe da û tevlî karwanê nemiran bû, Azad Kaya (23) ê bi nasnav Brûsk e.
Yek ji lehengên berxwedana Sûrê, ku zêdeyî 100 rojî li nava refên YPS'ê li dijî dorpêçî û dagirkeriyê li ber xwe da, Azad Kaya (23) ê bi nasnav Brûsk e. Kaya ê di oxira doza xwe de heta nefesa xwe ya dawî têkoşiya, di 12'ê Adarê de tevlî karwanê nemiran bû. Malbata Kaya der barê kurê xwe de hest û nêrînên xwe ji ANF'ê re vegot.
'EDALETA WÎ XURT BÛ Û GELEKÎ JÊ DIHAT HEZKIRIN'
Dayik Şînemsa Kaya da xuyakirin, ku kurê wê Azad mirovekî dilsoj û egîd bû. Dayika Kaya bi barandina rondikan, qala kurê xwe kir û anî ziman, ku kurê wê ji zarokatiyê ve ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin. Kaya ragihand, ku dema ew ji dil emeliyat bû kurê wê Azad gelekî pê re eleqedar bû û got, "Ji ber nexweşiya min derneket serê çiyê. Naxwe dilê wî bi çiyê re bû û timî dixwest ji bo gelê xwe li çiyê şer bike, têbikoşe. Ji hevalên xwe re digot 'dayika min nexweş e, lewma naçim'. Lê belê li vê derê timî di nava berxwedanê û kar de bû. Edaleta wî xurt bû û gelekî jê dihat hezkirin. Hevalên wî û her kesên ew nas dikir, her pesnê wî didan."
Dayik Kaya anî ziman, ku kurê wê tevî xwendina dibistanê, bi hevalên xwe re di rêya jê bawer dikir de dimeşiya û got, "Hevalên wî gelekî jê hez dikirin. Ez jê têr nebûm, ew jî ji min têr nebû. Em bi têrkerî bi hev re neman. Ez timî li gund bûm, ew jî li bajêr. Ji destê min bihata ji bo pê re bimînim, min ê her tişt bikira. Kurê min heta niha kesek ne êşandiye. Kurê min kesek nedêşand. Timî li min difikirî."
'AZAD LEHENGÎ NÎŞAN DA'
Bavê Azad Kaya (Brûsk) Ahmet Kaya jî da xuyakirin, ku ew bi kurê xwe serbilind e û anî ziman, ku Azad xwedî karakterekî pêşeng bû û haya xweji rastiya gelê Kurd hebû.
Kaya destnîşan kir, ku kurê wî bi berxwedaneke destanî ya li Sûrê tevlî karwanê nemiran bû û got, "Piştî ku em şehadeta wî hesiyan cîhan bi serê me de hilweşiya. Lê di heman demê de serê me bilind e. Azad li malê zêde nedisekinî. Bi zorê me ew çend rojan li malê dihişt. Timî ji bo têkoşîna gelê xwe dixebitî. Herî dawî piştî ku çû, me jê agahî negirt. Le me dizanîbû ew di nava berxwedana li Sûrê de ye. Bi rêya telefonekê em pê hesiyan ku şehîd ketiye. Destûr nedihat dayîn ku em biçin Sûrê. Em jî bi neçarî li benda cenazeyê xwe man. Azad nîşanî me da ku li vê cîhanê lehengî çawa tê jiyîn."