KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
NPG: Em 4 hevrêyên xwe yên şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin
NPG'ê diyar kir, endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Hakî Amed jî di nav de 4 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane û destnîşan kir, ku ji bo bi ser xistina Kurdistana Xweser Demokratîk çi divê were krin ew ê pêk bînin. -
Ji YPS’ê daxuyaniya Nisêbîn û Şirnexê
Di daxuyaniyê de encamên şer û çalakiyên 3 rojan hatin ragihandin. Di daxuyaniyê de her wiha nasnameyên 2 şervanên jiyana xwe ji dest dane jî hatin eşkerekirin. -
Li Sêrtê çalakî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku di çalakiya gerîla ya li Sêrtê de 2 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
Li Silopiyayê bi sedan mal hilweşandin
Li navçeya Silopiyayê ku qedexeya derketina derve ketiye roja 15'emîn, wesayîtên kar bi sedan mal hilweşandin. -
Nisêbîna berxwedêr çeteyên dewletê tevizandiye!
YPS'ê li Nisêbînê tankek dewleta Tirk rûxand û bi dest xist. Dewleta Tirk tevî hejmareke zêde ya hêzên xwe yên leşkerî, tank û topan nikare li navçeyê bi pêş de biçe. -
Rola ciwanan a di Federaliya Demokratîk de hat vegotin
Li bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê, li ser rola ciwanan a di nava sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê, semînerek hat lidarxistin. -
Kongreya DBP'ê di 22'ê Gulanê de tê lidarxistin
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek diyar kir, ku wê di 22'ê Gulanê de kongreya xwe lidar bixin. Yuksek destnîşan kir ku ew dixwazin bibin bersiv ji bo bendewariyên gel. -
Li dijî faşîzmê têkoşîna giştî -Selahattîn Erdem
"Divê em li dijî faşîzmê, rêbazên têkoşînê bi berfirehî baxivin, têkoşîna berî niha binirxînin, bi rêbazên nû, bi amûr û alavên nû têkoşînê bi hêz û xurt bikin." -
Li Çewlikê opeasyonên qirkirina siyasî
Li Çewlikê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de 5 kes hatin binçavkirin. -
Balafirên şer ên Tirk gundê Qendîlê bomberdûman kirin
Balafirên şer ên Tirk 18’ê Nîsanê gund û baxçeyên Qendîlê bomberdûman kirin. -
'Divê alema Îslamê li pêşberî qetilkirina mazlûman bêdeng nemîne'
Li Xelfetiyê çalakiya Hefteya Rojbûna Pîroz hat lidarxistin. Parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan li vir axivî û destnîşan kir, ku di serî de alema Îslamî divê mirovahî bi ti awayî qetilkirina mirovên mazlûm û bêguneh qebûl nekin. -
Li Colemêrgê tevgera balafirên şer
Balafirên şer ên dewleta Tirk li ser navçeyên Gever û Şemzînanê digerin. -
Asayîşa Qamişlo qemyoneke bombebarkirî bêbandor kir
Asayîşa bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê qemyoneke bombebarkirî li pêşiya bajêr sekinand û bêbandor kir. -
Dewleta nikare bi berxwedanê, ji cerdevanan xwest 'hîn xurtir' tevlî êrîşan bibin
AKP/Qesr dike nake nikare berxwedana li Bakurê Kurdistanê bişikîne. Her ku tengav dibe, serî li rê û rêbazên nû dide. -
Berxwedana Elewiyan belav dibe: Li Pazarcix û Narliyê wê dikan neyên vekirin
Berxwedana Elewiyan a li hemberî kampa AFAD'ê ya ji bo çeteyan tê çêkirin, roj bi roj mezin dibe. Di vê çarçoveyê de wê sibe li Pazarcix û Narliyê dikan neyên vekirin. -
Polîsan gef li girtiyên nexweş xwarin: Derziyek têra mirina we dike!
Derket holê li gelek beşên Nexweşxaneya Lêkolîn û Herêmê ya Wanê polîsên sivîl hatine bicihkirin û van polîsan gefa "derziyek bi tenê têra mirina we dike" li girtiyên siyasî xwarine. -
Bomberdûman û şerê li Şirnexê dewam dike
Hêzen dewleta Tirk bi tank, top û obusan heta ber destê sibehê taxên Şirnexê bombe kirin. Li taxên berxwedanê di navbera hêzên rejîma Tirk û endamên YPS/YPS Jinê de şerekî dijwar diqewime. -
Dewleta Tirk bombeyan li Geverê dibarîne
Gundê Mexsûdava û bejahiya wê, ku berî 5 rojan ji aliyê hêzên rejîma Tirk ve bi zorê hat valakirin, duh bi şev bi hawan û topan hat bombekirin. -
Hayme yê hat girtin: 2 hevalên min înfaz kirin
Gerîlayê HPG'ê Mehmet Hayme yê di şerê li bejahiya navçeya Mûş Gimgimê de bi birîndarî hat girtin anî ziman, ku 2 ji 4 hevalên wî yên di vî şerî de jiyana xwe ji dest dan bi saxî hatin girtin û piştre hatin înfazkirin. -
Engîn: Mûsil ji bo qedera Kurdan xwedî girîngiyeke mezin e
Engîn bal kişand ser hesabên desthilatdariyê yên li ser Mûsilê tên kirin û destnîşan kir, ku serketina Kurdan a li Mûsilê dikare polîtîkaya înkar û îmhayê ya sed salan ji holê rake -
Kurdistan biharê, bihar jî Kurdistanê dixemilîne
Biharê erdnîgariya Kurdistanê bi kulîlkên rengîn xemiland. Piştî ku berfa li Çiyayê Mereto heliya, li Deşta Xerzanê û rêze çiyayên li vê derê, kulîlkên bi tenê li vê herêmê hene vebûn û mizgîniya biharê dan. -
Roj li Kerkûkê bi rengekî bedewtir diçe ava
Gerîlayên YJA Starê yên li Kerkûkê, her roj bi baldarî li çûyîna ava ya rojê temaşe dikin. -
Li Şirnexê kesek hate girtin
Li Şirnexê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de Sercan Kadirhan ê li Sêrtê hatibû binçavkirin hate girtin. -
Li Farqînê birayên şivan dan ber bombeyan
Piştî li Farqînê derketina derve hate qedexekirin, 3 birayên ku li herêmê pezê xwe diçêrandin, di bin êrîşa Qereqola Şevlera ya bi hewanan de man. Di êrîşa hewanan de ji mirinê filitîn. -
Taxên Zeynelabidîn û Kişla yên Nisêbînê têne bomberdûmankirin
Çeteyên Qesrê bi wesayîtên zirxî yên li ser sînorên Nisêbîn-Qamişloyê hatine bicihkirin ve taxên Zeynelabidîn û Kişlayê bê navber bomberdûman dikin.