Ji YPS’ê daxuyaniya Nisêbîn û Şirnexê

Di daxuyaniyê de encamên şer û çalakiyên 3 rojan hatin ragihandin. Di daxuyaniyê de her wiha nasnameyên 2 şervanên jiyana xwe ji dest dane jî hatin eşkerekirin.

Koordînsayona Giştî ya YPS’ê têkîldarî şerên li Nisêbîn û Şirnexê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de encamên şer û çalakiyên 3 rojan hatin ragihandin. Di daxuyaniyê de her wiha nasnameyên 2 şervanên jiyana xwe ji dest dane jî hatin eşkerekirin.

Daxuyaniya Koordînasyona Giştî ya YPS’ê wiha ye:

NISÊBÎN

14’ê Nîsanê saet 08.00’an dema kepçeyek diket Taxa Ş. Gelhat hate derbkirin, piştî nîv saetê vê carê tankek kete nava hewldanên mudaxeleyê û ew jî hate derbkirin. Di heman rojê saet 12.00’an yekîneyên me kepçeyek derb kirine, saet 15.00’an jî pêgerek hewayî ya Drone hate xistin. 15’ê Nîsanê kepçeyek hate derbkirin, 16’ê Nîsanê danê nîvro dîsa 2 kepçeyên hewl dan bikevin taxê hatine derbkirin. 17’ê Nîsanê saet 03.30’an çeteyên Qesrê yên hewl dan bikevin taxê, dema derbasî malekê bûn ji aliyê yekîneyên me yên YPS’ê ve çalakiya sabotajê hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de 5 çeteyên Qesrê hatin kuştin. 18’ê Nîsanê çeteyekî Qesrê ji aliyê yekîneyên me hate kuştin. Di heman rojê saet 02.00’an di encama çalakiyekê de çeteyekî Qesrê hate kuştin.

17’ê Nîsanê dema tankekê hewl da bikeve Taxa Koçerê ji aliyê yekîneyên me ve bi çalakiyek sabotajê hate îmhakirin. Di heman rojê de di encama çalakiyan de çeteyekî Qesrê hate kuştin, heman rojê piştî nîvro çeteyên hewl dan ji ser rêya Çaxçaxê bikevin taxê hatin hedefgirtin û li vir jî çeteyekî Qesrê hate kuştin.

Sîcîla endamê mey ê 13’ê Nîsanê li Taxa Ş. Gelhatê şehîd ketiye wiha ye:

Nasnav:Herekol 
Nav û Paşnav: Metîn Ak
Bav: Resûl 
Dayik: Mulkînaz 
Cihê Jidayikbûnê: Çewlik- Azarpêrt 
ŞIRNEX

Sîcîla endamekî me yê YPS’ê yê 15’ê Nîsanê li taxa Cûmhûriyetê gihiştiye şehadetê wiha ye:
 
Nasnav: Zana 
Nav û Paşnav: Zaman Kilinç 
Bav: Abdûrrahman
Dayik: Sînem 
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex