Dewleta nikare bi berxwedanê, ji cerdevanan xwest 'hîn xurtir' tevlî êrîşan bibin
AKP/Qesr dike nake nikare berxwedana li Bakurê Kurdistanê bişikîne. Her ku tengav dibe, serî li rê û rêbazên nû dide.
AKP/Qesr dike nake nikare berxwedana li Bakurê Kurdistanê bişikîne. Her ku tengav dibe, serî li rê û rêbazên nû dide.
Dewleta Tirk li Şirnexê civînek bi cerdevanan re lidar xist û ji wan xwest, hîn bêhtir tevlî êrîşên ji bo qirkirinê bibin.
AKP/Qesr dike nake nikare berxwedana li Bakurê Kurdistanê bişikîne. Her ku tengav dibe, serî li rê û rêbazên nû dide.
Di navbera sercerdevanên li gund, bajarok û navçeyên Şirnexê û Qeymeqamê Tirk ê li Qilabanê Îbrahîm Halîl Şîvgan, Fermandarê Tûgaya Şenoba Tûggeneral Vahap Ozoglû de civîneke balkêş hat lidarxistin. Civîn duh danê nîvro li mal sercerdevanê gundê Taşdelenê Hasan Atman pêk hat.
Hat hînbûn, sercerdevanên bajarokên Qilaban, Gewlozê (Şenoba), Hîlal û gundên Otabaş, Taşdelen, Înceler, Bêcûh û bi dehan gundên ser bi van herêman, beşdarî civînê bûn. Li gorî agahiyan, di civîna 2 saetan de êrîşên li hemberî navenda Şirnexê û rola cerdevanan a di van êrîşan de hatine nirxandin. Qeymeqamê Tirk Şîvgan û Tûggeneral Ozoglû di civînê de ji cerdevanan xwestin 'hîn bi xurtî' tevlî êrîşên qirkirinê bibin.
DEMA LIDARKETINA CIVÎNÊ
Balkêş e, piştî cerdevanê bi navê Abdullah Fîdan ji aliyê leşkeran ve hat kuştin, cerdevanên Hîlal û Gewlozê bajar terikandin û bi provokasyona dewletê re lîderê Eşîra Jîrkî Tahîr Adiyaman birîndar bû, ev civîn hat lidarxistin.