Nisêbîna berxwedêr çeteyên dewletê tevizandiye!
YPS'ê li Nisêbînê tankek dewleta Tirk rûxand û bi dest xist. Dewleta Tirk tevî hejmareke zêde ya hêzên xwe yên leşkerî, tank û topan nikare li navçeyê bi pêş de biçe.
YPS'ê li Nisêbînê tankek dewleta Tirk rûxand û bi dest xist. Dewleta Tirk tevî hejmareke zêde ya hêzên xwe yên leşkerî, tank û topan nikare li navçeyê bi pêş de biçe.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, berxwedana bi heybet a Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) a li hemberî êrîşên qirkirinê yên çeteyên AKP/Qesrê dewam dike.
Li navçeyê 10 hezar leşker, 10 hezar polîs, 150 tank, 50 maşînên 'kîrpî', 70 maşînên 'akrep', 50 panzer, helîkopter, 20 obus, 10 balafirên keşfê yên bêmirov, 50 sekvan û 10 pisporên bombeyan ên ser bi AKP/Qesrê hene.
Tevî vê yekê jî dewleta Tirk nikare bi berxwedanê. Hêzên YPS'ê li taxa Alîka (Yenîşehîr) tankek rûxandin. Çeteyên AKP/Qesrê nikarin xwe bigihînin enqazê tankê. Ev rewş têra hînbûna asta berxwedanê dike.
ÇALAKIYÊN ENCAMGIR DEWAM DIKIN
Maşîneke zirxî ya bi navê 'kîrpî' tê naskirin di 12'ê Nîsanê de, kepçeyeke zirxî jî di 13'ê Nîsanê de hatin rûxandin. Ajokarê kepçeya hat rûxandin, hat kuştin. Wekî din, li hemberî polîs û leşkerên li dibistanekê bi cih bûbûn, çalakiyeke bi bandor hat lidarxistin ku li vir jî kuştî û birîndarên çeteyên qesrê çêbûn. Du çeteyên AKP/Qesrê jî duh hatin kuştin.
Medya şer heta jê tê hewl dide rastiyê veşêre. Lê hêzên dagirker tevî ku serî li her rê û rêbazê didin jî nikarin berxwedanê bişikînin. Çeteyên AKP/Qesrê yên li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê xendek kolandin, maşînên zirxî li vir bi cih kirin.
2 TÎMÊN TAYBET HATIN KUŞTIN
Li aliyê din, îro li Nisêbînê tîmekî taybet hat kuştin. Duh jî tîmekî taybet hatibû kuştin, 3 jî bi giranî birîndar bûbû.