Dewleta Tirk bombeyan li Geverê dibarîne
Gundê Mexsûdava û bejahiya wê, ku berî 5 rojan ji aliyê hêzên rejîma Tirk ve bi zorê hat valakirin, duh bi şev bi hawan û topan hat bombekirin.
Gundê Mexsûdava û bejahiya wê, ku berî 5 rojan ji aliyê hêzên rejîma Tirk ve bi zorê hat valakirin, duh bi şev bi hawan û topan hat bombekirin.
Li navçeya Colemêrg Geverê, berxwedana li dijî dagirkeriyê di roja 37. de ye. Gundê Mexsûdava yê 5 roj berê bi maşînên zirxî hat dorpêçkirin û ji aliyê hêzên rejîma Tirk ve bi zorê hat valakirin, duh bi şev bi hawan û topan hat bombekirin.
Li gundê ku dibe hedefa hawan û topên dewleta Tirk, hin xanî xera bûne.
Hat ragihandin, tevî vî gundê bejahiya gundên li derdorê jî hatine bombekirin. Gundî ji ber van êrîşan bi fikar in.
Liv û tevgera balafirên keşfê yên bê mirov û tevgera ambûlansan a li navçeyê dewam dike.