Taxên Zeynelabidîn û Kişla yên Nisêbînê têne bomberdûmankirin

Çeteyên Qesrê bi wesayîtên zirxî yên li ser sînorên Nisêbîn-Qamişloyê hatine bicihkirin ve taxên Zeynelabidîn û Kişlayê bê navber bomberdûman dikin.

Çeteyên Qesrê bi wesayîtên zirxî yên li ser sînorên Nisêbîn-Qamişloyê hatine bicihkirin ve taxên Zeynelabidîn û Kişlayê bê navber bomberdûman dikin.

Berxwedana xwerêveberiyê ya li dijî dorpêç û qirkirinê, li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê berdewam dike. Taxên Zeynelabîdîn û Kişla ji aliyê çeteyên Qesrê ve bê navber têne bomberdûmankirin. Bombebarana ku di saetên êvarî de destpêkirin hê jî didome, li ser sînorê Qamişloyê jî gelek maşînên zirxî hatine bicihkirin.

Li taxên ku ne di nava şer de ne û hatin dorpêç kirin jî dem bi dem bi guleyên ronîkirinê têne avêtin.