KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Kelekçîer: Xwedîderketina li Azadiya Welat xwedîderketina li berxwedanê ye
Edîtorê Azadiya Welat Emrah Kelekçîer got, "Di vê pêvajoya xwedîdeketina li berxwedana xwerêveberiyê de xwedîderketina li Azadiya Welat xwedîderketina li rûmet, ziman, xwerêveberî û berxwedanê ye." -
Li Nisêbînê şerekî dijwar diqewime
Li Nisêbînê, êrîş û terora dewleta Tirk ev 38 roj in bênavber dewam dikin. Di êrîşên nîvê şevê de bombe li malên li taxa Abdulkadîrpaşa hatin barandin. -
Qeymeqamê Tirk ê li Wêranşarê 36 kesên tevlî sersaxiya gerîla bûn ji kar derxist
AKP û amîrên mulkî ku nûnerên wê yên li Kurdistanê ne, 36 karkerên taşeron ên li wargeha ji konanan a li Wêranşarê dixebitin, ji ber ku tevlî merasîma sersaxiyê ya ji bo gerîlayekî HPG'ê bûne, ji kar derxistin. -
Tevî tiyatroya xwe ya anfî ya 4 hezar salî, bajarê veşartî: Xerabajar
Bajarê antîk Xerabajar (Dîkran û Kerta) li qiraxa çemê Xerzanê li herêma di navbera navçeyên Êlih Qûbîn û Hezoyê û navçeya Sêrt Misricê hatiye çêkirin, tevî hemû dagirkerî û şerên lê hatine kirin jî hînê li ser piyan e. -
Kampanya îmzeyan a ji bo bidawîbûna krîza li Başûrê Kurdistanê
Ji bo krîza siyasî ya li nava hikûmeta Başûrê Kurdistanê biqede û parlament û komîsyona amadekirina destûra bingehîn ji nû ve bixebitin, kampanya îmzeyan hat destpêkirin. -
Li Şirnexê şer dijwar dibin
Li Şirnexê di navbera hêzên YPS û YPS-JIN’ê û çeteyên Qesrê de şerên dijwar pêk tên. -
Artêşa Tirk Til Rifet topbaran dike
Artêşa Tirk bajaroka Til Rifet a li herêma Şehba, topbaran dike. -
Gerîlayê HPG'ê Karakaya hate definkirin
Gerîlayê HPG'ê Sabir Karakaya (Nûman Serhed) yê li Mahsertê di şer de jiyana xwe ji dest da, li gundê Dêliklî yê Kopa Mûşê bi girseyî hate oxirkirin. -
Til Berakî vegeriyan jiyangehên xwe
Piştî şevanên YPG’ê di 28’ê Sibata 2015’an de Til Berak ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kir û mayinên li herêmê paqij kirin, gel vegeriyan warê xwe yên jiyanê. -
Ustun li Cizîrê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Xebatkara Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zînö Gulistan Ustun a di êrîşên qirkirinê yên li Cizîrê de hatibû qetilkirin, li Cizîrê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. -
Taxên Berxwedanê yên Nisêbînê bi dijwarî tên bomberdûmankirin
Li Nisêbînê şerên bi dijwar didiomin, li hember taxên berxwedanê jî êrîşên topan pêk tên. Çeteyên Qesrê yên ku dixwazin bikevin 3 taxên cuda, piştî çalakiyên hêzên YPS û YPS-JIN’ê bi neçarî vekişiyan. -
Bi wêneyan avahiya ku ji 30 çeteyên Qesrê re bûye gor
2 wêneyên aîdî avahiya 8 qatî ya li Şirnexê dema çeteyên Qesrê ketinê hate teqandin û beşek wê hilweşiya, gihişt ber destên me. Di wêneyê ji aliyê gel ve hatiye kişandin de texrîbata di beşa pişt a avahiyê bi çavan tê dîtin. -
Li Qamişlo şer didome
Li bajarê Qamişlo yê Rojava şerê ku bi êrîşa hêzên rejîmê ya li ser Hêzên Asayîşa Rojava û ekîbên trafîkê destpê kir, dewam dike. -
Demîrtaş bang li civaka Tirk kir: Werin, em bi hev re dengê xwe bilind bikin
Demîrtaş, çalakiya "Nobeda Azadiyê" ya ji bo akademisyenên girtî hatiye destpêkirin ziyaret kir. Dermîrtaş bal kişand ku AKP vedigere ‘Tarîqeteke asê’, malên sivîlan û heta mizgeftan bomberdûman dike. -
Balafirên şer ên Tirk rêya gundê Barava bombe kirin
Balafirên şer ên Tirk îro saet 12.15’an bi desteka pêgerên hewayî yên keşfê ve gundê Barava yê Qendîlê bombe kirin. -
Polîsên Elman ciwanekî Kurd qetil kirin
Polîsên Elman, dest li bûyereke li bajarê Kleve werdan, lê belê ji ber helwesta xwe ya tund bûn sedema mirina ciwanekî Kurd. -
Li Şengalê Cejna Çarşema Sor hate pîrozkirin
Di pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a li Şengalê de Edamê Konseya Rêveber a KCK’ê Şengalî axivî û diyar kir ku ti hêz nikare wan têk bibe. Şengalî bang li Êzidiyan kir ku vegerin li ser xaka xwe. -
Êrîşên çeteyan a li dijî Şêx Meqsûdê didome: Sivîlek birîndar bû
Êrîşên çetayan a li dijî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê didome. Di êrîşa çeteyan a bi topên cehenemê a 19-20’ê Nîsanê de sivîlek birîndar bû. -
Gerîla derbeyên giran li artêşa Tirk dixin: 22 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG/YJA Starê di çalakî û şerên li hemberî hêzên artêşa Tirk de 15 jê li Qamûşanê, qasî hate tespîtkirin 22 leşker kuştin. -
Ji YPS’ê li Şirnexê heman taktîk: Bi dehan tîmên taybet hatin kuştin
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin ku li Şirnexê 19’ê Nîsanê di çalakiya sabotajê ya li hember tîmên taybet ên ketine avahiyek 8 qatî de 30 tîmên taybet hatine kuştin. -
Bi saya YPG/YPJ’ê li warê xwe vegeriyan
Şêniyên bajarokê Til Berekê, ku ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ'ê malên xwe terikandibûn, piştî paqijkirina bajarok ji mayînan, li cih û warên xwe vegeriyan. -
Şahiya Rojbûna Pîroz destpê kir
Bi pêşengiya KÎD û DIYA-DER'ê, şahiya Hefteya Rojbûna Pîroz li Amedê destpê kir. -
Li Mûşê operasyonên qirkirina siyasî: 35 kes hatin binçavkirin
Li navenda û navçeyên Mûşê, di operasyonên qirkirina siyasî de Hevşaredara Kopê Fîgen Yaşar û endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de 35 kes hatin binçavkirin. -
Şervanê YPS'ê Menafoglû ji aliyê bi sedan kesî hat oxirkirin
Cenazeyê şervanê YPS'ê Seracettîn Menafolgû yê li Geverê hat qetilkirin, tevî hemû astengî û hewldanên qedexekirinê yên çeteyên Qesrê jî, bi merasîmeke girseyî hat veşartin. -
Li Qamişlo şer: 8 leşkerên rejîmê hatin kuştin
Hêzên paramîlîter ên rejîma Baasê ku jê re Difa Wetenî tê gotin û li herêmeke biçûk a Qamişloyê ne, êrîşî gelê sivîl kirin. Hêzên asayîşê bersiv dan êrîşê û li ser vê yekê şer derket.