Şahiya Rojbûna Pîroz destpê kir

Bi pêşengiya KÎD û DIYA-DER'ê, şahiya Hefteya Rojbûna Pîroz li Amedê destpê kir.

Bi pêşengiya KÎD û DIYA-DER'ê, şahiya Hefteya Rojbûna Pîroz li Amedê destpê kir.

Komeleya Piştgirî û Alîkariya Alimên Olî (DIYA- DER) û Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD), bi minasebeta Hefteya Rojbûna Pîroz li Kompleksa Sporê ya Şaredariya Peyasa Amedê şahiyek lidar xistin. Li salona şahiyê pankartên bi nivîsa "Ez tenê ji bo temamkirina exlaqê qenc hatime şandin" û "Ey muaviye te koşk û seray çêkirin. Eger te ev bi pereyên xwe çêkiribin, îsraf e. Bi pereyê gel hatibin kirin jî zilm e" hatin daliqandin. Li kesên hatin salonê laçikên spî ku aştiyê temsîl dikin hatin belavkirin.

Li pêş salona şahiyê stantên ku pirtûkên olî û formayên Denîz Nakî yên bi nivîsa "Azadî", ji bo piştgiriya Sûrê hatin danîn.

Di şahiyê de parlamenterê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bîlgen, Parlamenterê Sêrtê Kadrî Yildirim, rêveberên DBP û HDP, Meclîsa Dayikên Aştiyê û rêveberên KCD'e jî di nav de bi hezaran kes amade ne. 

Şahî bi xwendina îlahiyên destpê kir. Bernameyê piştî muzîkê bi axaftinan dewam kir.