Ji YPS’ê li Şirnexê heman taktîk: Bi dehan tîmên taybet hatin kuştin
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin ku li Şirnexê 19’ê Nîsanê di çalakiya sabotajê ya li hember tîmên taybet ên ketine avahiyek 8 qatî de 30 tîmên taybet hatine kuştin.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin ku li Şirnexê 19’ê Nîsanê di çalakiya sabotajê ya li hember tîmên taybet ên ketine avahiyek 8 qatî de 30 tîmên taybet hatine kuştin.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku di çalakiyên cuda yên 19’ê Nîsanê de bi giştî 45 tîmên taybet hatine kuştin.
YPS’ê nasnameyên 2 şervanên xwe yên di şerên li Şirnex û Geverê de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku li dijî êrîşên qirkirin û îmhayê ciwan bi lehengî li ber xwe didin.
YPS’ê der heqê çalakiyên li Şirnexê agahî dan, da xuyakirin ku heman çalakiyên 15-16’ê Nîsanê, di 19’ê Nîsanê de jî pêk anîne. Li gor vê jî 30 tîmên taybet ên di bin xirbeyan avahiya 8 qatî de mayî mirine, 10 jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya YPS’ê de hat ragihandin ku di encama derbexwarinê de dewleta Tirk bombekirinan pêş dixe, bi dehan mal şewitandine û mizgeftek jî xira kirine.
LI ŞIRNEXÊ 19’Ê Nîsanê 45 TÎMÊN TAYBET HATIN KUŞTIN
YPS’ê têkîldarî berxwedana li Şirnexê ev agahî parve kirin:
ŞIRNEX
18’ê Nîsanê wesayîtekek zirxî ya Kobla li ser cadeya mezin a li Taxa Bahçelîevlerê ji aliyê yekîneyên me ve hate îmhakirin.
19’ê Nîsanê ber bi sibehê ve saet 03.20’an komek ji 40 kesî yên Tîmên Taybet ên Polîsan (POH) li aliyê mala polîsan a li Taxa Bahçelîevlerê ketin apartmanek 8 qatî. Piştî ketina apartmanê di demek kurt de yekîneyên me çalakiya sabotajê li dar xistin, di encam de 30 POH mirin, 10 POH jî birîndar bûn. Piştî teqînê dema komek ji bo mudaxeleyê hatin jî ji aliyê yekîneyên me ve ji 3 baskan bi çekên giran û ferdî çalakî hate lidarxistin û di encam de 11 POH’ên din hatin kuştin. Piştre wesayîta zirxî ya Kobra ku hewl da mudaxele bike jî bû hedefa yekîneyên me û wesayîta zirxî hate îmhakirin, her wiha 3 POH’ên tê de jî hatin kuştin. Dîsa dema hewl dan bi wesayîta zirxî ya Akrepê mudaxele bikin jî bûn hedefa çekên giran ên yekîneyên me, li vir ajokarê wesayîtê hate kuştin. Çeteyên Qesrê piştî çalakiyê 5 saetan cenazeyên xwe yên di bin xirbeyan de bi zor û zehmetiyekê derxistine. Piştî şerên giran ên li taxên di bin kontrola me de bombekirinên bi tank, obus û hewanan pêk hatine. Piştî van bombekirinan nêzî 10 malan şewitiye, her wiha mizgeftek jî ji aliyê çeteyan hatiye hilweşandin. Li taxên Cûmhûriyet, Yenî û Îsmetpaşa bombekirin didomin.
NISÊBÎN:
19’ê Nîsanê danê nîvro saet 11.00-12.00’an yekîneyek me li taxa Koçera pêgerek keşfê ya Drone xistin. Me di daxuyaniya xwe ya berê de jî gotibû, dîsa hate dîtin ku çekek wek guleya roketavêjan davêje û li qadek 50 metreyî glovera agir pêk tîne careke din hatiye bikaranîn.
NASNAMEYÊN 2 ŞERVANÊN YPS’Ê HATIN EŞKEREKIRIN
Nasnameya endamê me yê YPS’ê yê 18’ê Nîsanê li Şirnexê şehîd ketiye wiha ye:
Nasnav: Êrîş Şîrvan
Nav: Îzzettîn Kûtûm
Dayik: Kûdret
Bav: Mehmet
Cihê Jidayikbûnê: Şîrwan-Sêrt
Nasnameya endamê me yê YPS’ê yê li Geverê beriya dorpêça dijmin di encama qezayekê de şehîd ketiye wiha ye:
Nasnav: Denîz Devran
Nav: Ûmût Esîn
Dayik: Zennûre
Bav: M.Nûrî
Cihê Jidayikbûnê: Amed”