Li Mûşê operasyonên qirkirina siyasî: 35 kes hatin binçavkirin

Li navenda û navçeyên Mûşê, di operasyonên qirkirina siyasî de Hevşaredara Kopê Fîgen Yaşar û endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de 35 kes hatin binçavkirin.

Li navend û navçeyên Dêrxas û Kopê yên Mûşê, polîsên Tirk avêtin ser malên endamên DBP û HDP'ê. Hevşaredara Kopê Fîgen Yaşar jî di nav de 35 kes hatin binçavkirin. Ji van 7 kesên li navçeya Dêrxas û navenda bajêr hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Mûşê, 28 kesên li Kopê hatin binçavkirin jî birin Fermandariya Jendermeyan a Navçeya Kopê.

Polîsên Tirk piştî serdegirtina malan avêtin ser Şaredariya Kopê û li odeyên kar ên hevşaredaran û tevahiya avahiyê geriyan. Polîsan dest danîn ser belge, dokûman û arşîva xizmetê ya şaredariyê.

Ji kesên hatine binçavkirin navên 28 kesan ev in:

Hevşaredara Kopê Fîgen Yaşar, Endamê Meclîsa Şaredariyê Zafer Sonmez, Endamê Meclîsa Bajêr Seyîthan Akkaya, Hevseroka Navçeyê a HDP Selvî Kaya, Atîk Çetîn, Veysî Kaya, Zulfîkar Gunduz, Tahîr Agca, Fesîh Akdenîz, Muhsîn Suna, Orhan Çarikçi, Muhîttîn Çetîn, Mesna Çetîn, Cemîl Akdenîz, Beşîr Balikçi, Muharrem Ozbent, Celal Koçkar, Adem Dogru, Zahîr Yureklî, Yusuf Yureklî, Yaşar Akdenîz Berdiye Akdenîz, Asîme Çetîn, Tûrkan Akdenîz, Hurdan Çarikçi, Seyîthan kaya, Zekî kaya û Serhat Tokyay.