KURDISTAN
Di salvegera 44'emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de li ber Girtîgeha bi Tîpa E ya Amedê daxuyaniyek hate dayin û işaret bi girîngiya berxwedanê di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de hate kirin.
Dîmenê nameya destpêkê ya ji girtîgehê, belgeya mirinê û alavên şexsî yên yek ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Mehmet Hayrî Dûrmûş yekemcar hate weşandin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê di salvegera 44'emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê de diyar kirin ku îradeya ji pola ya li zindanê îro li çiyan dewam dike û gotin: "Em şopdarên herî dilsoz ên vê mîrateyê ne."
KCK'ê di şexsê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê de şehîdên zindanan bi minet û hurmet bi bîr anî û got, "Em di wê baweriyê de ne ku Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a demokratîk ku hesreta wan bû, em ê bi felsefeya wan a jiyan û têkoşînê pêk bînin."
Li Iraqê nîqaşên li ser entegrasyona komên çekdar dewam dike. Daxuyaniya 'Şengal wê di nava sê mehan de bikeve bin kontrola hêzên ewlekariyê yên Iraqê' fikarên li ser Peymaneke nû ya 9'ê Cotmehê bi xwe re anî, ku îradeya Êzidiyan tine dihesibîne.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
Li Nisêbînê şerekî dijwar diqewime
Li Nisêbînê, ku "qedexeya derketina derve" di roja 41. de ye, şer giran e. Hêzên rejîma Tirk kargehên li navçeyê dişewitînin, xera dikin û bombeyan li taxên Abdulkadîrpaşa, Zeynelabîdîn û Kişla dibarînin.
-
7 kes li Wêranşarê hatin girtin
7 kesên di operasyonên qirkirina siyasî yên li Wêranşarê de hatin binçavkirin, bi îdîaya "endametî û propaganda rêxistinê" hatin girtin.
-
-
-
-
Li Qamişlo agirbest hat îlankirin
Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojava, destnîşan kir ku wan li ser hewldanên rûsipiyên herêmê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Qamişlo agirbest îlan kirine.
-
-
-
Li Wanê fûara pirtûkan
2’yemîn Fûara Pirtûkan a li Wanê bi şîara “Bi Pirtûkan Aştî” ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê tê lidarxistin, destpê kir.
-
-
-
Mele Yîgît û Nas hatin girtin
Hevserokê Şaxa Cizîrê yê MEYA-DER’ê Mele Kasim Yîgît û rêveberê MEYA-DER’ê Mele Alî Nas ên di mewlûda ji bo kesên di êrîşên qirkirinê yên li Hezexê hatin qetilkirin de hatin binçavkirin, hatin girtin.
-
-
Ji bo endamê YPS’ê Gun konê sersaxiyê
Li bajorokê Sêgirkê ji bo endamê YPS’ê Azad Gun ê li Şirnexê di şerê berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest da, konê sersaxiyê hate vekirin.
-
-
-
Li Şirnexê şer bênavber didome
Li Şirnexa ku bomberdûman bênavber didomin, şer li derdora taxên Yenî û Îsmetpaşayê dijwar bûn. Çeteyên Qesrê yên hewl didin bikevin taxan rastî berxwedana şervanên YPS/YPS-JIN’ê tên.
-
-
Li Çewlikê 7 leşker hatin kuştin
HPG'ê da xuyakirin, ku di şerê ji ber operasyona artêşa Tirk a li qada Akdag a navçeya Çewlik Dara Hênê de 7 leşker hatine kuştin, 5 leşker jî birîndar bûne.
-
-
Meclîsa Azadiya Jinan hat serdana Sûrê
Endamên Komîsyona Raporkirin û Şopandina Heqîqetê ya Meclîsa Azadiya Jinê, têkildarî pêvajoya destbiserkirina Sûrê ji aliyê hikûmetê ve, hatin navçeya Amed Sûrê û rêveberên herêmî re hevdîtin kirin.
-
Li Nisêbînê teqîn
Li Nisêbînê, dema çeteyên Qesrê hewl didan bikevin nava taxên berxwedanê teqînekê rû da. Herî kêm 7 çeteyên Qesrê birîndar bûn.