Li Şirnexê şer bênavber didome
Li Şirnexa ku bomberdûman bênavber didomin, şer li derdora taxên Yenî û Îsmetpaşayê dijwar bûn. Çeteyên Qesrê yên hewl didin bikevin taxan rastî berxwedana şervanên YPS/YPS-JIN’ê tên.
Li Şirnexa ku bomberdûman bênavber didomin, şer li derdora taxên Yenî û Îsmetpaşayê dijwar bûn. Çeteyên Qesrê yên hewl didin bikevin taxan rastî berxwedana şervanên YPS/YPS-JIN’ê tên.
Li Şirnexê berxwedana xwerêveberiyê li dijî êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê di roja 39’emîn de didome. Ji saetên sibehê ve taxên Yenî, Cûmhûriyet, Îsmetpaşa û Bahçelîevlerê bi obusên li derdora bajêr hatine bicihkirin ve têne bombekirin. Di encama bomberdûmanê de hate dîtin ku gelek mal û kargeh şewitîn û ji taxan dûman bilind dibin. Bi wesayîtên zirxî yên li derdora taxan hatine bicihkirin jî tax têne gulebarandin. Bi çekên A-4 ên li ser wesayîtên zirxî hatine bicihkirin ji Taxa Vakifkentê li dijî Taxên Yenî û Bahçelîevlerê êrîşên pêk tên ji saetên nîvro ve dijwar bûn. Bi çeteyên Qesrê yên hewl didin bikevin taxan re şerên li derdora taxên Yenî û Îsmetpaşayê ev 5 saet in bênavber didome.
Li gor çavkaniyên herêmî, li qadên şer gelek tîmên taybet birîndar bûne, têkîldarî hejmara mirî û birîndaran agahî nehatin bidestxistin. Piştî şerê li derdora du taxan dijwar bûye, gelek ambûlans sewqî herêmê hatin kirin. Hate dîtin ku ev ambûlansên çûne herêmê piştre berê xwe li şûna Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, dan 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan.
Tevgera pêgerên hewayî yên keşfê ev du roj in li ser bajêr dewam dike.
Hate dîtin ku tevgera zêde ya helîkopteran li 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan û Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogutê çêdibe. Her wiha li bejahiyên çiyayên Cûdî û Gabar ên bajêr jî helîkopter nizm difirin.
Dîsa sewqiyata leşkerî ya bi mehan e didome, bênavber bi sewqiyatên cebilxane yên bi kamyonan ve didome.