KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Pêşmergeyên kevn ji bo wergirtina mûçeyên xwe daketin kolanan
Bi hezaran pêşmergeyên kevn li ber avahiya Walîtiyê ya Silêmaniyê li hev kom bûn û dest bi xwepêşandanê kirin. -
Konferansa Aştiyê li Amedê destpê kir
Navenda PEN a Tirkiyeyê û Navenda PEN a Kurd, bi desteka PEN a Navneteweyî li Amedê Konferansa Aştiyê lidar dixin. -
Kongreya Gel a Mezopotamyayê li dijî qirkirinan banga têkoşînê kir
Kongreya Gel a Mezopotamyayê Qirkirina 1915'an bi tundî şermezar kir û li dijî qirkirinên ku îro jî tên kirin, banga têkoşînê kir. -
Dîmenên êrîşa hewayî ya li hemberî Şêx Meqsûd
Balafirên şer ên ser bi hêzên rejîma Baasê, duh bombe li taxa Şêx Meqsûd a Helebê barandin. Dîmenên vê êrîşa hewayî û xisara li malên welatiyan bû, ji aliyê kamerayên me ve hatin kişandin. -
Berxwedana li Şirnexê di roja 41. de ye
Li 3 taxên Şirnexê şer û bomberdûman giran bûye. Piştî navbera li Silopiyayê tîmên taybet ên Tirk berê xwe dan Şirnexê. -
KJK: Bersiva herî xurt a li hemberî qetlîamkeran mezinkirina têkoşînê ye
Kordînasyona KJK'ê qirkirina Ermeniyan lenet kir û got, "Bersiva me ya herî xurt a li hemberî hêzên qetlîamker wê hîn bêhtir rêxistinbûyîn û mezinkirina eniya têkoşînê be." -
Li Qilabanê 8 cerdevanan îstifa kirin
Li taxa Repîn a Qilabanê, 8 cerdevanên nexwestin tevlî operasyonên qirkirinê bibin, çeka dewletê danîn û îstifa kirin. -
Fermandarê pêşmergeyan Şaklaweyî jiyana xwe ji dest da
Şerê li Xurmatû bi dijwarî dewam dike. Di vî şerî de fermandarê pêşmegeyan tûggeneral Sîrwan Şaklaweyî û pêşmerge Rayîd Ebdullah Qasim jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ji milîsên Heşd El Şebî jî 10 kes mirine, 15 jî birîndar bûne. -
Li Qamişloyê li hev hat kirin
Li Qamişloyê, piştî ragihandina agirbesta navbera hêzên Asayîşa Rojava û hêzên rejîmê, di encama hevdîtinan de aliyan li hev kirin. -
Qedexe rabû, talana çeteyên Qesrê xuya bû
Li Silopiyayê, piştî ku "qedexeya derketina derve" hat rakirin, talana ji aliyê çeteyên Qesrê ve hat kirin derket holê. -
Di şerê li Xurmatû de mirî û birîndar hene
Li bajarê Xûrmatûyê şerê di navbera pêşmerge û Heşd el Şebî de qewimî, dijwar dibe. Gelek mirî û birîndar hene. -
Li Nisêbînê şer û bomberdûmana dijwar
Li Nisêbînê, berxwedana xwerêveberiyê ya li dijî êrîşên qirkirinê di roja 42. de ye. Wesayîtên zirxî yên li ser xeta sînor bi cih bûne, bombeyan li gel dibarînin. -
Gefa 'tevlî êrîşên qirkirinê bibin' li cerdevanan tê xwarin
Çeteyên Qesrê yên dikin nakin nikarin cerdevanên li Şirnexê îqna bikin ji bo tevlî êrîşên qirkirinê bibin, vê carê gefan dixwin. Hat hînbûn, ji cerdevanan re hatiye gotin, "Ya hûnê tevlî operasyonan bibin yan jî hûnê çekê deynin û biçin." -
Fermandarê YBŞ'ê Şengalî: Li Şengalê demeke nû destpê dike
Ji fermandarên YBŞ'ê Kûrtay Şengalî da xuyakirin, ku yên li ser Şengalê xwedî hesaban bûn, nebaşiyên gelekî mezin li gelê Şengalê kirine û got, "Li Şengalê êdî pêvajoyeke nû destpê kiriye." -
Li Xurmatû şerekî dijwar diqewime
Li Xurmatû şerê duh bi şev saet di 00:30 de di navbera pêşmergeyan û milîsên Şîa Heşd El Şebî destpê kir, danê vê sibehê li gelek herêmên bajêr belav bû. -
Kulîlkên li Dêrsimê bi biryardarî şîn dibin
Li Dêrsimê, operasyon û bomberdûmana li herêmên 'qedexekirî' dewam dikin. Tevî vê yekê kulîlkên li van herêman mîna biryardariya jiyanê ya gelê herêmê, bi israr şîn dibin. -
Ji To Îzlo heta Bagokê rengê biharê!
Çiyayê Bagokê yê li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê ye, bi rengê biharê xemilî. -
Polîtîkaya tinekirina gelê Ermenî li Mereşê dewam dike
Serokê Komeleya Dostaniya Elewiyan û Ermeniyan a Dêrsimê Serkan Sarîataş da xuyakirin ku ji sala 1915'an heta roja îro ti tişt neguheriye û destnîşan kir, ku divê Komîsyona Rûlihevhatina Heqîqetan bikeve dewrê. -
Li Silopiyayê 4 kes hatin girtin
4 kesên ku li Silopiyayê pêr di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin, bi îdîaya “endamê rêxistinê ne” hatin girtin. -
Li Şêx Meqsûdê 6 kes birîndar bûn
Di bomberdûmana hêzên rejîma Sûriyeyê ya li hember Taxa Şêx Meqsûd a Helebê de 3 jê zarok, 6 kes birîndar bûn. -
Cerdevanên li Şirnexê çekan datînin
Li gundê Dehlabî yê Şirnexê, 6 cerdevanên ku nexwestin di êrîşên qirkirinê de cih bigirin, çek danîn û îstîfa kirin. -
Mertalên Zindî li qada operasyonê ya li Licê ne
Piştî artêşa Tirk dûv êrîşên hewayî, li Licê dest bi operasyona bejahî kir, gelek kes ku parlamenterên HDP’ê jî di nav de ye, wek mertalên zindî çûn qadê. -
YRA çalakiya xwe ya li sînorê Qamişlo-Nisêbînê berdewam dike
Çalakiya nobedê ya di pêşengtiya Yekîtiya Ragihandina Azad a Rojava (YRA) ya li ser sînorê Qamişlo-Nisêbînê dewam dike. -
Dema derbasbûyina wesayîta zirxî de teqîn: 1 mirî, 3 birîndar
Di teqîna dema derbasbûyina wesayîta zirxî ya li Şirnexê de çeteyekî Qesrê mir, 3 jî birîndar bûn. -
Hêzên Rejîmê bi balafiran Taxa Şêx Meqsûdê bombe dike
Balafirên şer ên girêdayî hêzên rejîma Sûriyeyê Taxa Şêx Meqsûdê bombe dike.