Kongreya Gel a Mezopotamyayê li dijî qirkirinan banga têkoşînê kir

Kongreya Gel a Mezopotamyayê Qirkirina 1915'an bi tundî şermezar kir û li dijî qirkirinên ku îro jî tên kirin, banga têkoşînê kir.

Kongreya Gel a Mezopotamyayê, têkildarî salvegera Qirkirina 1915'an daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Îro 101. salvegera komkujiya 1915'an e. Salvegera qirkirina Ermenî, Asurî-Suryanî yanî gelên Xiristiyan ên li Anatolî û Mezopotamyayê ne. Di vê qirkirinê de 1,5 mîlyon Ermenî û bi sed hezaran Asûrî-Suryanî-Keldanî hatin qetilkirin. Bi sed hezaran hatin sirgûnkirin, bi sed hezaran kirin Misilman."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"AKP a ku dewama zîhniyeta qirkirinê ya wê rojê ye, pêkanînên bi heman rengî îro li dijî gelê Kurd, li Amed, Nisêbîn, Cizîr û Silopiyayê bi cih tîne. Divê hemû hêzên şoreşger ên gelên li Tirkiyeyê li dijî vê zîhniyetê derkevin.

Weke saziyeke siyasî ya gelê Asûrî-Suryanî em, yên Qirkirina 1915'an amade kirin, yên pêk anîn û yên di vê qirkirinê de rol lîstin bi tundî û hêrseke mezin şermezar dikin. Heta ku ev qirkirin ji aliyê dewleta Tirk ve bê qebûlkirin, têkoşîna me wê bidome."