Gefa 'tevlî êrîşên qirkirinê bibin' li cerdevanan tê xwarin

Çeteyên Qesrê yên dikin nakin nikarin cerdevanên li Şirnexê îqna bikin ji bo tevlî êrîşên qirkirinê bibin, vê carê gefan dixwin. Hat hînbûn, ji cerdevanan re hatiye gotin, "Ya hûnê tevlî operasyonan bibin yan jî hûnê çekê deynin û biçin."

Çeteyên Qesrê ji bo cerdevanên li Şirnexê bi awayekî aktîf tevlî êrîşên qirkirinê bikin, her roj serî li rê û rêbazeke cuda didin. Çend roj berê, ji bo cerdevan di refên pêş de tevlî êrîşên li hemberî gelê xwe bikin, li gundê Taşdelen ê Qilabanê, bi tevlîbûna Qeymeqamê Tirk ê li Qilabanê Îbrahîm Halîl Şîvgan, Fermandarê Tûgaya Şenoba Tûggeneral Vahap Ozoglû û sercerdevanên li herêmê civînek hatibû lidarxistin.

Weke dewama vê civîna li mala sercerdevan Hasan Atman, pêr civîneke din li Fermandariya Tûgaya Şenoba hat lidarxistin. Li gorî agahiyên ji cerdevanên tevlî vê civînê bûne hatin bidestxistin, cerdevanên bajarokên Qilaban, Şenoba, Hîlal û gundên li derdorê bi fermana Fermandarê Tûgaya Şenoba Vahap Ozoglû li nîzamiya tûgayê hatin civandin.

Ozoglû cerdevanên li vir xist rêzê û ji wan re got, "Ya hûnê tevlî operasyonên li Şirnexê bibin yan jî hûnê çeka xwe deynin û biçin." Cerdevanên bi navê Cemîl, Şefîk û Îrfan Baat qebûl nekirin tevlî êrîşa bibin û Ozoglû li vê derê çeka wan ji destê wan girt û gefa "Yên tevlî operasyonan nabin, em ê çekê ji wan bistînin"li wan xwar.