Cerdevanên li Şirnexê çekan datînin

Li gundê Dehlabî yê Şirnexê, 6 cerdevanên ku nexwestin di êrîşên qirkirinê de cih bigirin, çek danîn û îstîfa kirin.

Li gundê Dehlabî yê Şirnexê, 6 cerdevanên ku nexwestin di êrîşên qirkirinê de cih bigirin, çek danîn û îstîfa kirin.

Li Şirnexê tevî êrîşên giran ên çeteyên Qesrê jî berxwedana xwerêveberiyê di roja 40. de didome, her wiha li ser cerdevanan jî zext zêde dibin. Tevî hemû zextên rejîma AKP’ê ya li ser cerdevanên li gundê Dehlabî yê Şirnexê jî cerdevanan diyar kirin ku wê tevlî operasyonên qirkirinê nebin. Li ser zextên her diçe zêdetir dibe jî 6 cerdevanan danê êvarî tevlîbûna operasyonên qirkirinê red kirin û çek danîn. 6 cerdevanên ku çek danîn, piştre îstîfa kirin.