Li Silopiyayê 4 kes hatin girtin
4 kesên ku li Silopiyayê pêr di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin, bi îdîaya “endamê rêxistinê ne” hatin girtin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê operasyonên qirkirina siyasî didomin. Pêr di serdegirtinên malan ên li Taxa Cûmhûriyetê de Mîzgîn Gelgî, Faysal Ayna, Lokma û Yakûp Erol hatibûn binçavkirin û birin Midûriyeta Şaxa TEM’ê.
Piştî lêpirsîna TEM’ê 4 kes sewqî dozgeriyê hatin kirin. 4 kesên ku îfadeyên wan li dozgeriyê hatin girtin, bi îdîaya “Endamê rêxistinê ne” û bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar hatin kirin.
Her 4 kes jî ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.