Berxwedana li Şirnexê di roja 41. de ye
Li 3 taxên Şirnexê şer û bomberdûman giran bûye. Piştî navbera li Silopiyayê tîmên taybet ên Tirk berê xwe dan Şirnexê.
Li 3 taxên Şirnexê şer û bomberdûman giran bûye. Piştî navbera li Silopiyayê tîmên taybet ên Tirk berê xwe dan Şirnexê.
Berxwedana xwerêveberiyê ya li dijî êrîşên çeteyên Qesrê di roja 41. de ye. Li Şirnexê bomberdûman û şer dewam dikin. Li bajarê ku duh piştî bomberdûmana tevahiya rojê şev bêdeng derbas bû, danê sibehê careke din dengê obusan û çekan hat. Obus bi taybetî li taxa Îsmetpaşa tên barandin û li vê derê şewat bi gelek xaniyan ket.
Li derdora taxa Yenî jî şer dewam dike. Taxên Yenî û Bahçelîevlerê ji danê sibehê ve bi tank, top û obusan tên bombekirin. Di heman demê de wesayîtên zirxî jî guleyan li her du taxan direşînin. Li derdora taxa Bahçelîevlerê şer diqewime. Li bajarê ku balafirên keşfê yên bêmirov tevahiya şevê li ser geriya, bomberdûman û şer dewam dikin.
Her wiha sewqiyata leşkerî ya ber bi bajêr ve dewam dike. Piştî ku "qedexeya derketina derve" ya li Silopiyayê di nava rojê de hat rakirin, leşkerên li vê navçeyê teror dikirin, derbasî navenda Şirnexê bûn.