KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gundên Geverê têne bomberdûmankirin
Dorpêça li dijî Geverê di roja 40'emîn de didome, piştî daxuyaniya (TSK) ya "Operasyon qediya" gundên Mexsûdava û taxa Gungor û herêma Gûzereş hatin bombekirin. Heta niha di dorpêçê de qasî 5 hezar avahî ji aliyê hêzên rejîmê hatine hilweşandin. -
Li ser Şêx Meqsûdê êrîşên çeteyan didomin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyan ên li ser Şêx Meqsûdê didomin. -
Bi ser avahiya DBP’ê ya navçeya Wêranşarê de girtin
Çeteyên Qesrê, bi ser avahiya DBP’ê ya navçeya Wêranşarê de girtin. Lêgerîna di avahiyê de hê jî didome. -
Cenazeyên şervanên YPS’ê Kûtûm û Gun ji aliyê malbatan ve hatin teşxîskirin
Cenazeyên şervanên YPS’ê Îzzettîn Kûtûm û Azat Gun ên ku di berxwedana xwerêveberiyê ya li Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabûn ji aliyê malbatan ve hatin teşxîskirin. -
Şervanê YPS’ê Şaşmaz ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin
Şervanê YPS’ê M. Şîrîn Şaşmaz ê li navçeya Nisêbînê jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekî bi beşdariya hezaran kesî ve li taxa Xatxê ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin. -
Hêzên rejîmê li Qamişlo derbeyên giran xwarin, êrîşî sivîlan dikin
Hêzên rejîma Baasê piştî êrîşa xwe ya Qamişlo ji hêzên Asayîş û YPG’ê derbeyên giran xwarin, bi hewanan êrîşî malên gel kirin. Di êrîşê de jinekê jiyana xwe ji dest da, 20 kes jî birîndar bûn. -
4 cenazeyên din jî hatin teşxîskirin
Cenazeyê Erhan Keskîn, Welat Bîlen, Erdal Tekîn û Yûsûf Yûrûmeyen ên ku li Sûrê hatin qetilkirin hatin teşxîskirin. -
Li Dêrsimê ji bo Qirkirina 1938’an wê konferans û bîranîn bê lidarxistin
Li Dêrsimê wê 4-5’ê Gulanê ji bo Qirkirina 1938’an wê konferans û bîranîn bêne lidarxistin. -
Li Bedlîs, Amed, Mêrdîn, Şirnex, Colemêrgê çalakiyên gerîla
Li gorî daxuyaniyê, li Colemêrgê 3, li Amedê 3, li Bedlîsê jî leşkerek hatin kuştin. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran ên di çalakiyên din de nehatin zelalkirin. -
Girtîgeha Elaya ya li Qamişlo ket bin kontrola hêzên Asayîşê
Girtîgeha Elaya ket bin kontrola hêzên Asayîşê û YPG/YPJ'ê. -
YPG'ê nasnameya cangoriyekî xwe eşkere kir
YPG'ê nasnameya şervanekî xwe yê di 17'ê Nîsana 2016'an de li herêma Tişrîn a Kantona Kobanê jiyana xwe ji dest da, eşkere kir. -
DYA wê ji bo operasyona Mûsilê 415 mîlyon dolar bide pêşmergeyan
Alîkarê Serokwezîrê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Qûbad Talabanî di civîna çapemeniyê ya li paytexta Başûrê Kurdistanê Hewlêrê de diyar kir, DYA wê di berdêla tevlîbûna li operasyona Mûsilê de 415 mîlyon dolarî bide pêşmergeyan. -
'Çapemeniya Başûr cih nade berxwedanê; zimanê dagirkeran bi kar tîne'
Li Kerkûkê bi tevlîbûna gelek rojnamevanan, bi wesîleya Roja Rojnamevanên Kurd resepsiyonek hat lidarxistin. Rojnamevan Semîra Ahmet, Raber Reşît û Fexîr Hemîd di resepsiyonê de ji ANF'ê re axivîn. -
YPS: Li Nisêbînê 4 tîmên taybet hatin kuştin
Kordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, 4 tîmên taybet ên li Nisêbînê êrîşî gel dikirin hatine kuştin. -
Li Kobanê meşa ji bo azadiya Ocalan
Bi hezaran welatiyên Kobanê ji bo azadiya Ocalan meşiyan. -
Li Qamişlo şer dewam dike; 45 leşkerên rejîmê teslîm bûn
Şerê ji ber provokasyon û êrîşa hêzên rejîma Sûriyeyê li Qamişlo rû da, bi destwerdana Asayîşê û YPG'ê dewam dike. Ji nava hêzên rejîmê yên derbên giran xwarin 45 leşker teslîmî Asayîşê û YPG'ê bûn. -
Hêzên rejîmê yên li Qamişloyê teslîm dibin
Li Qamişloyê, şerê duh danê sibehê di navbera hêzên asayîşê û rejîmê de destpê kir, heta danê vê sibehê dewam kir. Di encama vî şerî de gelek cih ji destê rejîmê hatin derxistin. Hêzên rejîmê teslîm dibin. -
Li sê bajaran operasyonên qirkirina siyasî
Li sê bajarên Kurdistanê 7 kes hatin binçavirin, kesek jî hat girtin. -
Li Şirnexê şer: Gelek polîs mirin û birîndar bûn
Li Şirnexê, di navbera hêzên rejîma Tirk û endamên YPS/YPS Jinê de heta serê sibehê şerekî dijwar qewimî. Êrîşa bi obusan a li hemberî taxên berxwedana xwerêveberiyê jî dewam kir. -
Rewşa dawî ya Geverê: Qedexe û xerakirin dewam dike
Li Geverê, "qedexeya derketina derve" û terora dewleta Tirk dewam dike. Parlamenterê HDP'ê Zeydan ê niha li navçeyê ye got, "Operasyon qediya, lê niha bi awayekî kêfî xaniyên welatiyan tên şewitandin." -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Kûrt li Mûşê hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Emrah Kûrt ê li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da, li Mûşê hat veşartin. -
Li Curnê Reş serokê AKP'yî tehemûlî Kurdî nekir
Li navçeya Riha Curnê Reş, Şaredarê AKP'yî û midûriyeta emniyetê ya navçeyê zextê li xwediyên salonên dawetê û hunermendan dikin ku nehêlin li salonan stranên bi Kurdî bên gotin. -
Îşkenceya li cenazeyan: Ev 2 meh in 12 cenaze nikarin bên teşxîskirin
18 cenazeyên di demên cuda de rakirine saziyên tipa edlî yên Meletî û Elezîzê, ev 2 meh in li van saziyan e. Ji ber ku cenaze hatine şewitandin û îşkence li wan hatine kirin, malbat nikarin teşxîs bikin. -
Leşkerên Tirk gule li gundên Rojava reşandin
Êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Rojava dwam dikin. Piştî topbarana li hemberî bajarokê Til Refatê, artêşa Tirk bi çekên giran bule li gundên Qermîtliq û Çeqela yên Efrînê reşandin. -
'Divê ciwan tevlî refên têkoşînê bibin'
Ji gerîlayên HPG û YJA Starê Şervan Şoreş, Evîn Dilvîn û Dîren Raman destnîşan kirin, ku di pêvajoyeke bi vî rengî de girîng e têkoşîna li Kurdistanê bi hevkarî bê meşandin.