YPS: Li Nisêbînê 4 tîmên taybet hatin kuştin

Kordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, 4 tîmên taybet ên li Nisêbînê êrîşî gel dikirin hatine kuştin.

Kordînasyona Giştî ya YPS'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser çalakiyên 19-20'ê Nîsanê yên li Nisêbînê agahî da.

Li gorî daxuyaniyê; "Roja 19'ê Nîsanê saet di 07:30 de di şerê li Nisêbînê de endamekî POH'ê hatiye kuştin. Tîmên taybet ên heman rojê xwestin bikevin hundirê malekê, bûn hedefa yekîneyên me. Li vir jî 2 endamên POH'ê hatin kuştin. Li heman cihî derb li kepçeyeke zirxî hat xistin û neçar ma xwe vekişîne. Saet di 16:30 de jî maşîneke zirxî ya bi tîpa kobra dema hewl dida bikeve nava taxê bû hedefa yekîneyên me yên YPS-Jin û di encama derba lê ketî neçar ma xwe vekişîne.

Roja 20'ê Nîsanê saet di 09:00 de, di şerê li hemberî çeteyên qesrê de çeteyekî qesrê hat kuştin. Li ser rêya Çaxçaxê 2 kozikên çeka A-4 ji aliyê yekîneyên me ve hatin rûxandin. Heman rojê saet di 10:00 de li aliyê Weysîka ya taxa Koçera, çeteyên qesrê hewl dan bi 2 kepçeyan bikevin nava taxê. Di encama derbên bi bandor ên yekîneyên me YPS'ê de ev hewldana wan hat şikandin û hêzên dijmin neçar man xwe vekişînin."